TJA'yê li Mêrdînê kargeh li dar xist

  • jin
  • 19:31 28 Cotmeh 2023
  • |
img
 
MÊRDÎN - TJA'yê di çarçoveya kampanyaya “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” de li Mêrdînê kargeha perwerdeyê li dar xist. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanyaya “Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” de li avahiya HDP'ê ya li Mêrdînê kargeha perwerdeyê li dar xist. Gelek jin ji navçe û navenda Mêrdînê tevli kargehê bûn. 
 
Kargeh bi deqeyek3 rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. 
 
Piştre bi mijara tecrîdê kargeha perwerdeyê dewam kir. 
 
Parlamentera HEDEP'ê ya Şirnexê Newroz Uysal derbarê tecrîdê de axivî. Di destpêkê de ji pênaseya tecrîtê dest pê kir û got bi polîtîkaya tecrîdê tê xwestin civakeke nû bê avakirin. 
 
Newrozê da zanîn dewlet bi tecrîdê du tişta dike armanca xwe û got:"Yek jê bitenêhiştina Birêz Ocalan e ya din jî dixwazin bê Rêber civakê bê birdozî, bê fikir bihêlin."
 
Newrozê di heman demê de behsa têkoşîna Îmraliyê û sepanên li ser parêzeran kir. 
 
Newrozê bi lêv kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibêje; "Ger hûn dixwazin bi min re hevaltiyê bikin bi rih û bedena xwe divê hûn bi min re bin." Newrozê bi vê re îfadeyên Abdullah Ocalan ên di hevdîtinan de parve kir. 
 
Newrozê da zanîn ev 33 meh in ew ji Adullah Ocalan agahiyê nagirin. Newrozê di heman demê de bal kişand ser xebat û çalakiyê ji bo tecrîd têk biçin. Piştî axaftinên Newrozê jin li ser tecrîdê axivîn û nîqaş kirin. 
 
Piştre jinan tiştên bi çarçoveya şerê taybet bi serê wan de hatiye anîn ziman. 
 
Her wiha siyasetmedar Çaglar Demirel jî bal kişand ser zayenda civakî û polîtîkayên zayendperest. 
 
Kargeh bi nîqaşên jinan bi dawî bû.