Du jinên ku gefa kuştinê li wan tê xwarin: Emniyet xemsar nêz dibe

  • jin
  • 10:07 31 Cotmeh 2023
  • |
img

SEMSÛR - Yildiz Kayalar û dayika wê Sultan Şahîn diyar kirin ku zilamek li gundê ji gundê wan gefa kuştinê li wan dixwe û tevî ku serî li emniyete dane jî tu tiştek nehatiye kirin. 

Yildiz Kayalar (47) û dayika wê Sultan Şahîn (75) ên ji gundê Qerikan a bi ser navçeya Bêhiştî ya Semsûrê diyar kirin ku bi mehane G. Kayalar (24) ê ji gundê wan gefa tundiyê û kuştinê li wan dixwe. Li gorî ku tê gotin di navbera birayên Yildiz Kayalar û G. Kayalar de “xisûmeta erazî” heye û ev G. Kayalar li ser vê meseleyê Yildiz Kayalar û dayika wê kiriye armanc. Her du jî bi tacîza devkî û êrişa fizîkî re rû bi rû mane. 
 
ŞAHIDÊN BÛYERÊ 
 
Hefteyên bihûrî G. Kayalar bi amûrek birînê êrişî Sultan Şahîn kiriye. Keyayê gund û welatiyên din ên gund jî şahidiya vê êrişê kirine. Şahidan got êrişkar traktorê ajotiye ser wan û ev kes her tim tundiyê li malbata xwe dike. 
 
Dayik û keça xwe ji ber van êrişên li dijî wan zêde bûne û gefa kuştina ya li dijî xwe li dozgeriyê gilî kirine û mehek biryara dûrkirina kes hatiye dayîn. Sultan Şahîn û keça xwe Yildizê têkildarî tiştên bi serê wan ve qewimîne axivîn. 
 
‘GILÎKIRIN BÊENCAM DIMÎNE’ 
 
Yildiz Kayalar da zanîn ku gilîkirina wan bêencam maye  û got: “G. Kayalar gelek caran gef li me xwar. Êrişî mala me kir, camên me şikandin, bi kêrê êrişî diya min kir. Dema ku ez bi tena serê xwe li nav zeviyê dixebitîm hat li min xist. Ez bi cotkariyê debara xwe û dayika xwe dikim. Rêya xwe li me didît, bûye bela serê me. Di hefteyên borî de, wî hewl da ku bi traktora xwe ve têlên dora mala me biperçiqîne, bikeve nav baxçeyê me. Çend roj berê diya min dema ku bi tena serê xwe bû ketibû malê û xwestibû xwe bi amûra birrînê bikuje. Di her du buyeran de jî me giliyê wî kir. Hem xelkê gund hem jî keyayê gund şahidê van êrîşan in. Piştî ku êrişî diya min kir, me gilî kir, leşker-polîs hatin û ew birin. Lê êvara heman rojê hat berdan. Roja din hat û heqaretên devkî li me kir. Ji ber ku malên me nêzî hev in, divê em her roj hev bibînin. Gefa kuştinê, ‘ez ê te bikujim' li min xwar.” 
 
EMNIYET XEMSAR NÊZ DIBE 
 
Kayalar da zanîn ku ewlehiya jiyana wan nîne û got: “Me çend caran serî li emniyetê da, lê belê tu tiştek nekirin. Dema em pirsa vê jî dikin, ji me re dibêjin, ‘em hewl didin ciwanên bi vî rengî winda nekin’.” 
 
‘TU TIŞTEK DER BARÊ WÎ DE NAYÊ KIRIN’ 
 
Sultan Şahîn jî anî ziman ku G. Kayalar li malê êrişî wê kiriye û got: “Ewilî camên me şikand. Piştre jî hewl da ku deriyê me bişikîne. Ez bi tenê bûm û êrişî min kir. Min da qîran û gundî bi hawara min ve hatin û xelas kirin. Di destê wî de kêr hebû û hat zeftkirin lê piştî îfade da qereqolê hat berdan. Tevî ku xelkê gund jî şahidiya me dike jî dîsa tê berdan û tu tiştek der barê wî de nayê kirin. Her roj em bi heman metirsiyê dijîn.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî