Di 9 mehan de 21 jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 14:07 2 Mijdar 2023
  • |
img
EDENE - Platforma Jinan a Edeneyê, aşkere kir ku li bajêr 5 jê biguman 21 jin di encama tundiya mêr de hatin qetilkirin. 
 
Platforma Jinan a Edeneyê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser jinan de li avahiya SES’ê daxuyanî da çapemeniyê. Sekretera Jinan a Şaxa SES’ê ya Edeneyê Selma Çinkir bal kişand ser dîroka têkoşîna jinan û destnîşan kir ku tundiya mêran bênavber didome. 
 
‘EM Ê TU CAR DEST JÊ BERNADIN’ 
 
Çinkir, da zanîn ku di 9 mehên destpêkê yên îsal de li welat 214 jin li Edeneyê jî di encama tundiya mêran de 16 jin hatine qetilkirin û bal kişand ku hefteya borî li bajêr 3 jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatine kuştin. Çinkir, anî ziman ku her wiha li bajêr 5 jinan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane. Çinkir, bi lêv kir ku weke jinan tevî astengiyan jî bênavber dê têbikoşin û destnîşan kir ku di têkoşîna ji bo welatekî demokratîk û laîk didin de dê tu car dest ji jiyaneke di nava aştiyê de, wekhev, adil, azad û bêtundî bernadin.