Komîteya Nobelê: Em ji rewşa Nergîs Mûhammedî bifikarin

  • jin
  • 11:40 7 Mijdar 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Nobelê ya têkildarî greva birçîbûnê ya Nergîs Mûhammedî ku li Girtîgeha Evînê tê ragirtin daxuyaniyek da wiha got: “Em ji rewşa wê bifikarin.”
 
Aktîvîst Nergîs Muhammadî ku ji ber têkoşîna xwe ya mafên mirovan û azadiyê ya li dijî zext û zordariya li ser jinê ya li Îranê xelata Nobelê ya Aştiyê ya 2023’yan wergirt, 6’ê Mijdarê li Girtîgeha Evînê ku lê tê ragirtin dest bi greva birçîbûnê kir. Muhammedî ya pirsgirêkên tenduristiyê dijî ji bo ku laçik nexistiye serê xwe û red kir nebiribûn nexweşxaneyê. 
 
KOMÎTEYA NOBELÊ DAXUYANÎ DA
 
Serokê Komîteya Nobelê ya Norwêcê Berît Reiss-Andersen ragihand ku ew ji rewşa Nergîs Muhammedî gelekî bi fikar in. Andersen wiha got: “Ji bo birina mehkûmên jin ji nexweşxaneyê re ferzkirina nixumandina serî li derveyî mirovahiyê ye û li dijî exlaqê ye.”