Doza TJA’yê: TEM’a Enqereyê bêyî biryara dozgeriyê qeydên HTS’ê xwestine

  • jin
  • 15:36 9 Mijdar 2023
  • |
img
ENQERE - Derket holê ku di dosyaya TJA’yê de TEM’a Enqereyê bêyî ku biryara dozgeriyê hebe ji bo qeydên HTS’ê ji wan re bişînin serî li BTK’ê daye. 
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) di 2’yê kanûna 2022’yan di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere de hatibûn girtin. Aktîvîstên TJA’yê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “avakirina rêxistinê û rêveberiya wê” tên darizandin. Danişîna ewil a dozê di roja duyemîn de li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bi parastina jinan berdewam dike.
 
Di roja sêyemîn de jinên negirtî tên darizandin tevlî danişînê nebûn. Gulistan Dehşet, Bedîa Akkaya, Fîgen Aras Kaplan, Hatîce Gungor, Hulya Kinagu, Fîgen Ektî, Mekiye Ormanci û Amîne Demîr Çoban, Zeynep Boga yên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin di danişînê de amade bûn. 
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Meclisa HEDEP’ê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), parêzerên OHD'ê, malbat û gelek parêzer tev li danişînê bûn.
 
Balkêş bû ku jinên girtî di bin “bergiriyên ewlehiyê” yên zêde de anîn eywana danişînê. Danişîn bi beyanên parêzeran dest pê kir. 
 
‘TEM HEVDÎTIN LÊ FERZ KIR’ 
 
Di destpêkê de parêzera Fîgen Ektî û Mekiye Ormanci, Gulan Çagin Kalelî parastin kir. Kalelî da zanîn ku muwekîlên wê bi awayekî nehiqûqî tên darizandin û got daxwazên wan nehatine qebûlkirin. 
 
Kalelî da zanîn ku muwekîla wê her tim ji ber xebatên xwe hatiye binçavkirin û got ev salak e di dosyayê de tu delîleke nû tune ye. Her wiha Kalelî da zanîn rêxistinbûyina jinan her diçe bi hêz dibe û li dijî zihniyeta mêr hêza xwe mezin dike û got: “Jin li dijî desthilat û tundiya mêr têdikoşe û TJA jî vê yekê dike. Ji ber jinên kurd têdikoşin û ji kesî destûrê naxwazin dibin hedef. Nagîhan Akarsel a ku li başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da jî dibêje 'Famkirina azadiya xwe famkirina xwebûna xwe ye'. Jinên tên darizandin ji bo azadiya xwe li vir in.” 
 
BÊYÎ BIRYARA DADGEHÊ HTS HATINE XWESTIN 
 
Kalelî anî ziman ku ji bo xwe bigihînin daneyên HTS’ê û îstasyonên bazê, TEM’a Enqereyê di 1'ê adara 2021’an de ji bo serdema 2014-2021’an derbarê 51 jinan de serî li Serokatiya Teknolojiyên Agahdarkirinê daye û gotiye “em ji bo deşîfrekirina kirinên rêxistinê kêrhatî dibînin”, serlêdana ku şandibûn 7’emîn Dadgeha Ceza ya Sulh a Enqereyê bi gotina ‘têra xwe belge nîn in’ hatiye redkirin. Kalelî, da zanîn ku tevî vê yekê jî TEM’a enqereyê bêyî biryara dadgehê hebe jinûve serlêdan kiriye, piştî ku dozgeriyê ji 51 jinan dosyaya 35 jinan cuda kir di 24’ê adara 2021’an de ji Serokatiya Teknolojiyên Agahdarkirinê re nivîs nivîsandiye. Kalelî diyar kir ku dozgeriyê 23 roj piştî serlêdana TEM’ê ji Miduriyeta Enformasyonê re nivîs nivîsandiye. 
 
Kalelî bi bîr xist ku ev salek e di dosyayê de delîlên nû nîn in, delîl di biryara nepenîtiyê ya di dosyayê de hatine komkirin û dadgehê heta niha delîleke nû li dosyayê zêde nekiriye.
 
‘QEYDÊN HTS’Ê ÇI ÎSPAT DIKIN?’
 
Parêzerê Fîgen Ektî Cahît Kirikkazak mafê axaftinê wergirt û wiha got: “Dosya li ser 3 sernavan pêk hatiye; zayendperestî, netewperestî û cudakariyê hatiye amadekirin. Qeydên HTS'ê di dosyayê de hatine bicihkirin û ev tişt nayê qebûlkirin. Hûn dixwazin çi îspat bikin? Li ser gumanê darizandin tê kirin. Em ji kesên ku îdianame amadekirine dipirsin, ev tişt kijan gumanê ji holê radike? Li ser nezelaliyê hûn mafên mirovan îhlal dikin. Ewlehiya tu kesî nîne. Di dosyayê de qeydên HTS'ê hene ev tişt tê wateya xefikê. Li gorî îstasyonên bazê tişteke bi guman nîne û pirsek jî nehatiye kirin jî. Dema qeydên otelê hatin vegotin me şerm kir, gelo dozger û polîs dema amadekariya dosyayê dikir şerm nekirin. Jinan bi xwe bi zelalî hertişt anîn ziman. Dikarin di otelê de bimînin û biaxifin. Ev tişt tê wateya teşhîrbûna zîhniyeta wan a zayendperestiyê. Ez daxwaza berdanê û beratê dikim.”
 
Parêzera Hulya Kinagu Sevda Çelîk Ozbîngol jî diyar kir ku bingeha dosyayê ne hiqûqî ye siyasî ye û wiha bi lêv kir: “Polîs û yekineyên wan nikarin edaletê pêk bînin, ev tişt ji hêla dadgehê ve divê bê kirin. Di pêvajoyên darazê de pirsgirêka kurd bingeh e. Ev doz doza her kesî ye û her kesî eleqedar dike. Ji ber ku ji bo me hemûyan têkoşînek tê dayîn. Îfadeyên şahîdê nepen Ulaş û şahîdê vekirî Merdan Ruştuovalioglû wek seneryoya hiqûqî ye. Ez berdanê û beraetê dixwazim.”
 
Piştî axaftinên parêzeran navbeyn dan danişînê. 
 
JINÊN TÊN DARIZANDIN 
 
Di çarçoveya dozê de 10 jê girtî 22 jin tên darizandin. Jinên ku girtî tên darizandin: Gulistan Dehşet, Dîdar Çeşme, Bedîa Akkaya, Fîgen Aras Kaplan, Hatîce Gungor, Hulya Kinagu, Fîgen Ektî, Mekiye Ormanci û Amîne Demîr Çoban, Zeynep Boga
 
Ji jinan Merve Tekîn Demîrel û Sûltan Esen di hefsa malê de ne.  
 
Jinên ku negirtî tên darizandin: Tamcîhan Çelebî, Besîle Narîn, Meral Şîmşek, Zekiye Guler, Hulya Taşar, Yelîz Ayyildiz Kiyak, Dîlan Akpolat, Aysel Ceylan, Hazal Aras û Berîtan Can Yaşa.