Danîşina doza kujerê ku Leyla Karaaslan û 3 keçên wê qetil kir sibê ye

  • jin
  • 09:16 16 Mijdar 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Danişîna doza Hasan Karaslan ê hevjîna xwe Leyla Karaaslan û 3 keçên xwe qetil kir dê sibê bê lidarxistin. Aktîvîsta TJA'yê Guler Tûnç, bang li hemû jinan kir ku beşdarî danişînê bibin.
 
Di 24’ê tebaxa 2022’yan de li Taxa Yenî ya girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê Hasan Karaaslan hevjîna xwe Leyla Karaaslan (40) û keçên xwe Derya (17), Melek (16) û Şerîfe (13) dema ku di xew de bûn qetil kirin. Hasan Karaaslan pişt re bi îdiaya "Bi qestî hevjîn û zarokên xwe kuştine" hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê. Der barê Karaslan de bi îdiaya "Bi zanebûn hevjîn û zarokên xwe kuştine" îdianame hat amadekirin. Leyla Karaslan bi salan rastî tundiya sîstematîk hat. Danişîna doza ku Karaslan lê bê darizandin dê sibê (di 17’ê mijdarê de) li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bê lidarxistin.
 
‘EM BIBIN DENGÊ JINAN Ê EDELETÊ’
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Guler Tûnç bang kir ku jin tev li dozê bibin û wiha got: “Ji bo doza Leyla Karaaslan û keçên wê yên di encama politîkayên  taybet de hatin qetilkirin banga me li hemû rêxistin, sazî û nûnerên jinan heye ku di 17'ê mijdarê de em hemû beşdarî dozê bibin. Ji bo ku dozeke bi adilane pêk bê, divê ku em li wir cihê xwe bigirin. Ji ber ku 25’ê mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ya navneteweyî ye, em bibin dengê edaletê yê jinan.”