Jin dê bi mijara ‘rêxistinbûnê’ tev li Meşa Şevê ya 25’ê Mijdarê bibin

  • jin
  • 09:14 20 Mijdar 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Endama Platforma Jinan a Îzmîrê Sîbel Orkmez, ji bo tevlİbûna meşa şevê ya 25’ê Mijdarê bang li jinan kir û got: “Ji bo faşîzma ku sazîbûna xwe ava kiriye dê îsal mijara me ‘rêxistinbûn’ be. Em hemû jinan di 25’ê Mijdarê de vedixwînin pêşiya Leman Kulturê.” 
 
Jin li dijî tundiya dewlet-mêr di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Naveneteweyî ya Tundiya li Ser Jinan de amadekariyên derketina qadan dikin. Jinên ku li gelek bajaran piştevaniya xwe xurt kirine, dest bi xebatên xwe kirin û fînala çalakiyan jî dê meşa şevê ya bi girseyî tê kirin be. 
 
Li Îzmîrê jin îsal jî dê di saet 19.00’an de dê bi pêşengiya Platforma Jinan a Îzmîrê, li Leman Kultur a li Alsancakê kom bibin û dê bi pankart, dovîz û dirûşmeyan, ber bi pêşiya Navendan Çandê ya Turkan Saylan ve bimeşin. Endama Platformê Sîbel Orkmez têkildarî amadekariyên li bajêr axivî û ji bo meşê jî banga beşdariyê li jinan kir.
  
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ
 
Orkmez destnîşan kir ku li Tirkiyeyê faşizm bi temamî sazîbûna xwe ava kiriye û got: “Em ji demeke ku faşîzm sazîbûna xwe ava kiriye de ne. Em her roj di her qadeke cemaweriya giştî de nûçeyên tundiyê dibihîsin. Di demeke wiha tundî zêde bûye de em jî dê nerazîbûna xwe xurt bikin. 25’ê Mijdara îsal de em ê bi têkoşîneke cudatir dakevin qadan. Em ê bi awayekî xurt nîşan bidin ku dê destûr nedin ku jin di nava têgeha malbatê de were fetisandin, bi tundî û tacîzê tune were hesibandin. Îsal divê bilindiya denge jinan zêdetir bibe.”
 
Orkmez anî ziman ku ew nêzî meh û nîv e bi partiyên siyasî, rêxistinên saziyên civakî û komeleyên jinan di bin banê Platforma Jinan a Îzmîrê de xebatan xwe didin meşandin û got ew tax bi tax, kolan bi kolan geriyane û bang li jinan kirine.
 
DÊ MIJAR ‘RÊXISTINBÛN’ BE
 
Orkmez bi xist ku ew ê dîsa di 25’ê Mijdarê de li pêşiya Leman Kultur a li Alsancakê bicivin û wiha pê de çû: “Îsal mijara me ya ku dê derkeve pêş ‘rêxistibûn’ e. Ji ber di konaxa ku em hatinê de rêxistinbûn tê wateya jiyanê. Îslama bûye siyasî ya halê hazir, bi hedefgirtina jinan xwe rewa dike. Desthilata ku rewabûna xwe winda kiriye, xwe bi pênaseya malbata pîroz, li ser jinan, ji nû ve rêxistin dike. Em ê bingehekî ser destketiyên xwe diparêzin û bi têkoşîn û rêxistinbûnê xetekê ava bikin. Dîsa weke jin dê gelek daxwazên me hebin. Em ê dest ji kanûna bi hejmara 6284’an bernadin, em ê Peymana Stenbolê dîsa vegerînin, mafê xwe yên nafakayê dê biparêzin. Em ê li hemberî rewşên ku me hedef nîşan didin bisekinin. Em ê yê ji destê me hatine stendin jî ji wan bistînin.”
 
‘JI BO JIYANÊ DAKEVE KOLANÊ’
 
Orkmez desnîşan kir ku ew ne mecbûr in ku her roj li pêşiya edliyeyan daxwaza edaletê bikin û got em ne mecbûr in ku bêjin ‘em naxwazin bimirin’. Saziyên cemaweriya giştî nikarin bibin bersiv û em ji bo ku bijîn, neçarin ku dakevin kolanan. Her jina ku naxwaze bi tirsa mirin û tundiyê bijî, an jî bo jiyaneke ku çawa bawer dike wisa bijî, divê di 25’ê Mijdarê de dakeve kolanan. Ji bo ku em bijin em neçar in ku bên çalakiyê. Em ji ber vê bang li jinan dikin; Em ê li bendê bin ku di 25’ê Mijdarê saet 17.00’an de li pêşiya Leman Kulturê bin. 
 
MA / Tolga Guney