Rojnamevan Elfazî Toral hate berdan

  • jin
  • 17:11 9 Kanûn 2023
  • |
img
STENBOL - Duh di dema nûçe dişopand de rojnamevan Elfazî Toral bi derbkirinê hate binçavkirin. Toral piştî karûbarên îfadeyê, bi şertê kontrola edlî hate berdan. 
 
Duh dema ku Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) daxuyanî dida, nûçegihana JINNEWS’ê Elfazî Toral a nûçe dişopand û xebatkara Kovara Modernîteya Demokratîk Sema Korkmaz û endama Meclisa Ciwanan Edanûr Aydogdû ji hêla polîsan ve bi derbkirinê hatin binçavkirn. Kesên hatine binçavkirin piştî kontrolên tenduristiyê birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li ser Cadeya Vatanê. Piştî karûbarên îfadeyê Korkmaz û Aydogdû hatin berdan û Toral bi îdiaya “Li Dijî Qanûna Civîn û Xwepêşandanan a Hejmar 2911’an li ber xwe dan" sewqî edliyeyê hat kirin.
 
Toral a îro sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hate kirin. Toral destnîşan kir ku ew ji hêla polîsan ve rastî îşkenceyê hatiye û ji nexweşxaneyê rapora derbkirinê stendiye. Toral piştî karûbarên îfadeyê, bi şertê kontrola edlî hate berdan.