Li Amed û Enqereyê du jin hatin qetilkirin

  • jin
  • 10:22 14 Kanûn 2023
  • |
img
AMED/ENQERE - Li Amed û Enqereyê di encama êrişan de du jin hatin qetilkirin. 
 
Duh di saetên şevê de li navçeya Bajarê Nû ya Amedê li naverasta kolanê li dijî jina bi navê Medîne Polat êrişa çekdarî hate kirin. Li ser agahiya kesên li derdorê Polat rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Tevî hewldanan jî Polat jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Polat ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê. 
 
Hat zanîn ku têkildarî qetilkirina Polat, hevjînê wê M.P. hate binçavkirin. 
 
ENQERE
 
Jina bi navê Nûrsena Kozan (25) jî şevê din li Taxa Tandogan a Sîncan a Enqereyê rastî êrişa zilamê bi navê Ş.Ş. ku hev berdabûn hat. Kozan, ku li nexweşxaneyeke taybet dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Êrişkar Ş.Ş. jî hate binçavkirin.