Jinan Kulaksiz ji bîr nekirin

  • jin
  • 15:53 7 Gulan 2018
  • |
img
ÎZMÎR - Hevalên Uskudar Kulaksiz a ji aliyê hevjînê xwe yê hevdû berdan ve hat kuştin, bibîr anîn û gotin: “Me Kulaksiz ji bîr nekiriye. Em dixwazin di dozên cînayetên jinan de cezayên kêm neyên dayîn.  
 
Endamên Kolektîfa Mor a Zanîngeha Aborî ya Îzmîrê, Uskudar Kulaksiz a ji aliyê hevjînê xwe yê hevdû berdan Murşît Şam ve di 6’ê Gulan 2017’an li navçeya Konak a Îzmîrê hat kuştin, di yekemîn salvegera wê de bibîr anîn. Jinan çalakî li baxçeyê Zanîngehê pêk anîn û gelek xwendekarên jin beşdarî çalakiyê bûn. 
 
‘EM HESKIRIN DIKUJE NAXWAZIN’ 
 
Endama Kolektîfa Mor Îrem Duzyol, daxuyanî da û wiha got: “Kulaksiz yek ji 409 jinên di sala 2017’an de hatin kuştine. Di heman zanîngehê de em li ser yek rêzê rûniştin. Bi eşqa fikrên sabit, hevjînê berê û dildariyê jin tên kuştin. Di bingeha cînayetên jinan de bê edaletî heye. Ji bo edalet pêş bikeve, erke her mezin dikeve ser milê jinan. Êdî em heskirina dikuje naxwazin û dixwazin bi rehetî bijîn.”
 
Piştî daxuyanî hevalên Kulaksiz qûrnefîl danîn ber wêneyê Kulaksiz û çalakiya xwe bi lêxistin çepikan bi dawî kirin.