Doza ‘laçikê’ li rojnamevanên li Îranê hatin berdan hate vekirin

  • jin
  • 10:56 16 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê rojnamevan Nilufer Hamedî û Îlahe Muhammed ku qetilkirina Jîna Emînî ji rayagiştî re ragihandin, piştî çend saetan berdana wan, derbarê wan de dozeke nû hate vekirin. 
 
Li Îranê rojnamevan Nilufer Hamedî û Îlahe Muhammed ku qetilkirina Jîna Emînî ji rayagiştî re ragihandin, piştî çend saetan berdana wan, derbarê wan de dozeke nû hate vekirin. Di 16’ê îlona 2022’yan de Jîna Emînî li paytexta Îranê Tehranê bi hinceta li gorî rêgezên laçikê tevnegeriya ye, li navenda binçavkirinê ya birinê di encama îşkenceya lê hate kirin de jiyana xwe ji dest da. Rojnamevan Nilufer Hamedî û Îlahe Muhammed ên qetilkirina Emînî ji rayagiştî re ragihandin hatin girtin. Rojnamevanên jin piştî girtina 17 mehan di 14’ê çileyê bi 10 milyar tumen kefaletê hatin berdan. 
 
Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ragihand ku ji ber her du rojnamevan piştî ji Girtîgeha Evînê ya li Tehranê derketin li derveyî rêgezên laçikê wêne weşandine derbarê wan de dozeke nû hatiye vekirin û da zanîn ku derbarê Muhammed û Hamedî de qedexeya derketina derve jî heye.