Komeleya Dema Jinan e: Bi binçavkirinan dixwazin xebatên me krîmînalîze bikin

  • jin
  • 15:10 17 Çile 2024
  • |
img
STENBOL - Parêzera Komeleya Dema Jinan e Bêrîvan Saruhan diyar kir ku dewlet hewl dide bi binçavkirinan xebatên wan krîmînalîze bike lê ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. 
 
Di encama serdegirtinên malan ên duh de Seroka Komeleya Dema Jinan e Dîlek Başalan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî di nav de gelek jin hatin binçavkirin. Komeleyê têkildarî binçavkirinan li avahiya xwe ya li Beyoglûyê daxuyanî da. Gelek parêzer, nûnerên rêxistinên jinan û jin tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Kurdiya daxuyaniyê ji hêla yek ji parêzerên komeleyê Berîvan Saruhan ve hate xwendin. 
 
HEDEFGIRTINA JINÊN KURD 
 
Saruhan diyar kir ku êdî daraza serbixwe nema ye û êdî bi îktîdara mêrserwer re tevdigere. Bi domdarî Saruhan wiha got: “Hewl didin bi binçavkirinan xebatên me krîmînalîze bikin. Îktîdar, hemû kesên li dijî polîtîkayên wan ên zayenperest û dijminatiya jinê derdikevin û jiyaneke wekhev, azad û mirovane dixwaze weke ‘terorîst’ pênase dike. Bi binçavkirinên dawî re yekser hewl dan têkoşîna jinan bêdeng bikin. 
 
DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME 
 
Dê têkoşîna me ya li dijî tundiya mêr-dewletê bidome û em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Hevalên me bi tenê nînin. Ji bo jinên hatine binçavkirin ji bo 24 saetan biryara qedexeya hevdîtinê hatiye dayîn. Ev operasyon beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî hatin kirin. Ev zext û binçavkirin nayên qebûlkirin. Aktivîstên jin, jinên siyasetmedarên jin û parastvanên mafan li Tirkiyeyê bi awayekî keyfî hedef tên girtin. Biryarên tevdîrên girtin û binçavkirinê li dijî jinên kurd û aktîvîstan bi awayekî bêperwa tên bikaranîn. Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî me dibin. Lê em careke din radigihînin ku hûn çi bikin jî em ê dev ji vê têkoşînê bernedin.”