‘Divê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên civakîkirin'

  • jin
  • 09:35 19 Çile 2024
  • |
img
ENQERE - Endama OHD'ê Nûrdan Kiliç anî ziman ku Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi feraseta mêran hatiye sêwirandin û got ku divê daxwazên girtiyên jin ên di greva birçîbûnê de bên civakîkirin. 
 
Endama Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Parêzer Nûrdan Kiliç, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê. Kiliçê anî ziman ku girtîgeh ew cih in ku bi feraseta mêran hatine sêwirandin.
 
Kiliçê diyar kir ku li girtîgehan rê li ber destxistina mafên mirovan ên bingehîn û bi taybetî jî mafê tenduristiyê tê girtin û girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne. Kiliçê bi lêv kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan êdî veguherîne tecrîdê. 
 
ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ
 
Kiliçê bal kişand ser girtiyên siyasî ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 34 meh in tu agahî jê nayê girtin, li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê dane destpêkirin. Kiliçê der barê pirsgirêka kurd de got ku Şaxa OHD a Enqereyê û Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê rewşa girtiyên di çalakiyan de dişopînin û di vî warî de rapor amade kirine. Kiliç, destnîşan kir ku ev daxwaz, daxwazên rewa ne. 
 
Kiliçê axaftina xwe wiha domand: “Ev di şexsê birêz Ocalan de, tê wateya bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan û di heman demê de tê wateya bidawîkirina binpêkirinên li hemû girtîgehan." 
 
MOTÎVASYONA GIRTIYAN
 
Kiliçê anî ziman ku motîvasyona girtiyên jin ên di greva birçîbûnê de geş e û ev tişt gotin: “Daxwazên girtiyan ne tenê ji bo xwe û binpêkirina mafan e; dixwazin dawî li pêkanînên antîdemokratîk ên li Tirkiyeyê bên. Li bendê ne hemû beşên civakê xwedî li vê daxwaza wan derkevin."
 
BERXWEDANA JI DERVE BER BI HUNDIR VE
 
Kiliçê çavdêrî û nerînên xwe yên der barê Girtîgeha Jinan a Sîncanê de parve kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji hundir heta derve berxwedanê pêk tînin. Ji ber vê yekê di vî warî de pêwîst e rêveberiyên girtîgehan nebin alîgirê cezayên dîsîplînê û pêkanînên bêhiqûqî. Beriya greva birçîbûnê ya di 27’ê mijdarê de dest pê kir, bi 3 rojan hemû girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, çalakiya newergirtina xwarinê li dar xistibûn. Ev çalakî di heman demê de nerazîbûnek li dijî xemsariya li hemberî hemû girtiyên nexweş bû.”
 
ŞANDEYA BÊ BIJÎŞK!
 
Kiliçê diyar kir ku di hevdîtinê de ku bi girtiyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ketine greva birçîbûnê re kirine, şandeya ku diviyabû wan bişopîne bêyî ku bijîşk di nav de hebe hatiye û wiha pê de çû: “Li Sîncanê ev şopandin bêyî bijîşkan pêk hatiye. Wateya vê rewşê wiha ye; Rêxistinên bijîşkî yên navneteweyî jî di vî warê teqwiyeya vîtamîna B1'ê de ku em vê ji grevên birçîbûnê yên 2000 û 2012’an de dizanin, hin rêgez diyar kiribûn. Di vî warî de bijîşk xwedî erkên cidî ne. Lê ji ber ku di şandeyê de bijîşk tune ne, ji bo vê reçete nehatiye dayîn. Yanî guhnedêrî heye." 
 
CEZAYÊN ZAYENDÎKIRÎ
 
Kiliçê anî ziman ku girtîgeh ew war in ku bi feraseta mêran ve hatine sêwirandin û destnîşan kir ku cezayên li girtiyên jin tên dayîn "cezayên zayendîkirî" ne. Kiliçê wiha domand: “Jinên ku ji bo civakîbûna tevgera jinan a li Kurdistan û Tirkiyeyê têdikoşin, bi taybetî dixwazin vê têkoşînê ji hundir ber bi derve bimeşînin. Girtîbûn gava yekem a zext û zorê ye, li ser jinan. Di aliyê girtiyan de jî rêveberiyên girtîgehan zext, zor û cezayên dîsîplînê bi kar tînin da ku ev têkoşîn ji hundir ber bi derve ve neçe. Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên jinan rû didin, rasterast encama vê yekê ye." 
 
Kiliçê destnîşan kir ku sedema çalakiya gireva birçîbûnê ya girtiyan ew e ku wekî muxatab esas bên girtin û got: "Ji bo civakîkirina daxwazên girtiyan ku ji bilî greva birçîbûnê tu rê li ber wan nemaye, dê têkoşîna me bidome."