Elmas a bi çeka sûîqestê hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da

  • jin
  • 12:18 20 Çile 2024
  • |
img
STENBOL - Nazli Elmas a 19 salî ku Enîz Kûrtûlûş li navçeya Bayrampaşayê bi çeka sûîqestê gule lê barandibûn, li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. 
 
Di 18’ê çileyê de Enîz Kûrtûlûş (25) li taxa Altintepsî ya navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê, bi çeka sûîqestê ya weke “ûzî” tê zanîn, Nazli Elmas a (19) salî bi awayekî giran birîndar kir. Tîmên tenduristiyê yên piştî bûyerê hatin cihê bûyerê, Elmas bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. 
 
Enîz Kûrtûlû ê polîsan ew binçav kirin û di îfadeya xwe ya miduriyeta polîsan de îdia kir ku bi xeletî ve gule berdane Elmasê, piştî kar û barên îfadeyê li edliyeya sewqkirinê hate girtin û şandin girtîgehê. 
 
JIYANA XWE JI DEST DA
 
Nazli Elmas a bi awayekî giran birîndar bûbû, di saetên serê sibê de li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.