Jinan li Wanê starta hilbijartinê dan

  • jin
  • 15:38 8 Gulan 2018
  • |
img
WAN – TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê li Wanê starta hilbijartinê dan û bang li her kesî kirin ku li dora HDP’ê bibin xelek. 
 
Pêkhateyên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Wanê û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî hilbijartina 24’ê Hezîranê starta xebatan da. Pêkhateyan li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê civîn li dar xistin. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe, aktîvîstên TJA, Dayikên Aştiyê û gelek jin endam û rêveberên HDP’ê û DBP’ê beşdarî civînê bûn. 
 
‘ME BÎAT NEKIR Û RADEST NEBÛN’ 
 
Aktîvîsta TJA’yê Hawar Derya li ser navê jinan daxuyanî da û got ku ji bo ew vîna jinan di hilbijartinê de bidin nîşandan dê bixebitin. Derya anî ziman ku ew ê ji bo jiyanek azad, demokratîk û aştî dê benda hilbijartinê hilweşînin û got: “Em jin nîvê cîhanê ne. Em li dijî hemû pêkanînên li ser jinan derbikevin û ji xespa keda jinê re serî netewînin. Em li kolan, kargeh, zevî û Meclîsê û li her deverê ne. Me bîat nekir û radest nebûn.” 
 
BANGA LI DERDORA HDP’Ê BIBIN XELEK KIR 
 
Derya da zanîn ku HDP partiya jinan e û ew banga hemû jinên hatine qetilkirin in. Derya bang li her kesî kir ku li dora HDP’ê bibin xelek û bi taybetî xwest jin li gel HDP’ê cih bigirin. 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Jin jîyan azadî" bi dawî bû.