Parlamenter Uysal: Armanca têkoşîna me azadiya Abdullah Ocalan e

  • jin
  • 16:41 25 Çile 2024
  • |

MÊRSÎN - Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal li Mêrsînê tev li “Panela Azadiyê ya Jinê” bû û got: “Heta ku birêz Ocalan li Îmraliyê di tecrîdê de be dê aştî neyê. Armanca têkoşîna me, azadiya Abdullah Ocalan e.” 

 
Tevgera Jinen Azad (TJA) li Mêrsînê “Panela Azadiya Jinê” li dar xist. Di serî de Meclisa Dayikên Aştiyê yên Mêrsîn û Edeneyê, gelek jinên ji saziyên cuda tev li panelê bûn. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Perîhan Koca û Newroz Uysal û parêzera Komeleya Jinan a Mîmozayê Fîgen Alp weke axêver tev li panelê bûn. 
 
Parêzer Fîgen Alp bal kişand ser rewşa agahînegirtinê ya ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Alp, bandora tecrîdê ya li ser aborî, siyaset û civakê vegot û ev tişt anî ziman: “Girtîgeha Îmraliyê ji girtîgehên din pir cuda ye ji ber ku em nizanin bê ka hiqûq li wir di meriyetê de ye yan na. Li Îmraliyê hiqûqeke cuda heye. Em nizanin bê ka li dijî birêz Ocalan miameleyeke çawa heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê bi birêz Abdullah Ocalan re muzakere bên kirin. Me ev pêvajo jiya. Dewletê ferq kir ku di vê pêvajoyê de berjewendiyên wê tune lewma bi dawî kir û derbasî pêvajoya kaosê kir. Lê gelê kurd di ferqa vê de ye û dê têkoşîna xwe bi dawî neke.” 
 
'NÊZIKATIYA LI HEMBERÎ ÎMRALIYÊ YA LI HEMBERÎ AŞTIYÊ YE’ 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal jî diyar kir ku êdî dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye û wiha domand: “Ji bo vê jî divê em nîqaş bikin bê ka dê Nobeta Edaletê çawa mezintir bikin. Gelek aliyên tecrîdê hene. Yek ji van jî hiqûq e. Li Îmraliyê hiqûq tune ye. Ev 25 sal in dema dewletê xwest şerê li dijî kurdan mezin bike, tecrîda li Îmraliyê giran dike. Dema ‘aştiyê dixwaze’ jî tecrîdê sivik dike. Anku nêzikatiya li hemberî Îmraliyê, nêzikatiya li hemberî aştiyê ye. Heta ku birêz Ocalan li Îmraliyê di tecrîdê de be, dê aştî neyê vî welatî. Kengî tecrîd hatibe girankirin, komkujiyên mezin hatine kirin.” 
 
'ARMANCA TÊKOŞÎNA ME AZADIYA OCALAN E’ 
 
Di berdewamê de Uysal bal kişand ser neçareserkirina pirsgirêka kurd û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurdan her tim xwestin rêyek bê vekirin. Dewletên cîhanê dikarin ji bo pirsgirêka kurd çareseriyekê peyda bikin. Gelo heke Ocalan nebe dê çareseriyeke çawa be? Lewma îro li ser me cerebeyan dikin. An em ê serkeftineke hêjayî bedelên heta niha hatine dayîn bi dest bixin, an jî dê 100 sal 500 salên din jî zarok û neviyên me di bin zextan de bijîn. Di demeke ku grevên birçîbûnê û nobetên edaletê didomin de ewqas jin hatibin gel hev, ev yek encama vê bendewariyê ye. Armanca têkoşîna me, azadiya birêz Abdullah Ocalan e.”  
 
'EM Ê RÊBERÊ XWE AZAD BIKIN’ 
 
Ji Dayikên Aştiyê Meryem Erbey jî rola Abdullah Ocalan a di azadiya jinê de vegot. Erbey, wiha got: “Heke rêberê me ewqas qedr dabe jinan, wê dem em jin jî divê têkoşîneke hêjayî vî nirxî bimeşînin. Divê bi hezaran dayik li dijî lîstikên ser zarokên me tên lîstin rabin ser pêyan. Tevahiya bazariyan li ser xwîna kurdan tên kirin. Heta ku Rêberê me li wir be dê ev pêvajo bi dawî nebe. Dewleta tirk çiqas bibe sedema mirina kurdan, ewqas jî dibe sedema mirina tirkan. Lewma banga min ji bo dayikên leşkeran e; xwîna zarokên xwe nefiroşin, werin mil bidin milê me. Bila jin xwe biçûk nebînin. Çavê dinyayê li ser me ye.” 
 
Parlamentera DEM Partiyê Perîhan Koca jî têkoşîna hevpar vegot. Koca, ev tişt anî ziman: “Welat bi temamî veguherandine rastiya tecrîdê. Em dikarin vê tecrîdê bişikînin. Bi vê israrê divê em tevek di çarçoveya têkoşîna hevpar de têbikoşin. Em ê têkoşîna xwe ya di rêya Dayikên Aştiyê de bidomînin.” 
 
Panel, bi stranên denbêjên jin bi dawî bû.