Şahid der barê cînayeta Şehrîban Dînç de axivî: Malbatê pê da kirin

  • jin
  • 09:20 9 Gulan 2018
  • |
img

WAN - Şahidê nepen daxilî lêpirsîna der barê Şehrîban Dînç ku hevjînê wê Esat Dînç ew kuşt, bû. Ji ber ewlehiyê navê şahid nehat aşkerekirin û ji dozger re got, ji malbatê K. Dînç, C. Dînç û M. Dînç bi kiryar dane kirin. 

Di 24’ê Kanûna 2016’an de li TOKÎ’ya Kevenlî ya navçeya navendî Rêya Armûşê ya Wanê, Esat Dînç (25) hevjîna xwe Şehrîban Dînç li ber çavên zarokên wê kuştibû. Lêpirsîna der barê Şehrîban Dînçê de berfirehtir bû. Serdozgeriua Komarê, bi gumana ku tiliya K. Dînç, C. Dînç û M. Dînç jî di kuştinê de heye, îdianameyeke nû amade kir. 
 
Dozgeriyê, di warê ku tiliya her 3 kesan jî di cinayete de heye, wekî delîl beyanên şahidên nepen û unsûrên di çarçoveya dosyeyê de esas girtin. Di îdianameyê de tawanbariya “pêdankirinê” ya bersûcan yeko yeko hatiye rêzkirin. Di îdianameyê de tê diyarkirin ku gumanbar tên mala kekê Şehrîban Dînç T. Dînç û ji wan re dibêjin “An hûn ê Şehrîbanê bikujin an jî em ê wê bikujin” û bi vî awayî bi Esat Dînç Şehrîbanê didin kuştin. 
 
Di îdianameyê de îfadeya hin şahidên din jî bûyerê piştrast dike. Di îdianameyê de, di îfadeya şahidekî ku ji ber ewlehiyê navê wî nehatiye aşkerekirin de, tê gotin ku berî Şehrîbanê Dînç bê kuştin gumanbar tên mala kekê wê T. Dînç û gefa mirinê li Şehrîbanê dixwin. Şahidê nepen di îfadeya xwe de diyar dike ku gumanbar ji kekên Şehrîbanê re dibêjin “Em eşîr in. Li cem me devjêberdan tune ye. An hûn ê dev ji doza devjêberdanê berdin an jî em ê bikujin.” Her wiha ligel beyanên şahidan beriya kuştinê bi 3 mehan Şehrîban Dînç di 30’yê Îlona 2016’an de diçe Buroya Alîkariya Edlî ya Serokatiya Baroya Wanê û bi destê xwe daxwaznameyekê dinivîse û dide Qereqola Polîsan a 2’yê Nîsanê. Dînç di daxwaznameya xwe dibêje: “Hatin malê bi mirinê gef li min xwarin. Ji malbata min re gotin eger hûn wê nekujin em ê wê bikujin. Eger tiştek bê serê min ji van kesan dizanim.” Ev daxwaznameya Şehrîban Dînçê jî wekî delîl hat berpêşkirin. 
 
Dozger xwest her 3 gumanbar jî bên cezakirin. Dê danişîna ewil a dozê di 13’ê Tîrmeha 2018’an de li Dadgeha Cezayê Giran a 1’ê ya Wanê pêk bê. Parêzerê dozê Cesîm Kaya di danişîna berê de doz kiribû herdu dosya jî bibin yek. Eger herdu dosya bibin yek dê tevî Esat Dînç hersê kesên din jî bên darizandin. 
 
MA / Nimet Olmez