Jina ku bi guleya di dawetê de hate berdan birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da

  • jin
  • 11:45 13 Gulan 2024
  • |
img
RIHA - Zemzem Ozdemîr a di 6’ê gulanê de di daweteke li Serêkaniyê de di encama guleya berdan hewayê de bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. 
 
Di 6’ê gulanê de di daweteke li Taxa Hamzababa ya navçeya Serêkaniyê ya Rihayê de komekê gule berdan hewayê. Guleyek li welatiya bi navê Zemzem Ozdemîr (34) ket û bi giranî birîndar bû. Ozdemîr ducanî bû û pitika wê 3 mehî bû. Ozdemîr rakirin nexweşxaneya navçeyê û piştî midaxileya ewil sewqî Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Harranê hate kirin. Ozdemîr li vir hate tedawîkirin lê pitika wê ya sê mehî jiyana xwe ji dest da.
 
Ozdemîr a hefteyek bû dihate dermankirin, tevî hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da. 
 
Cenazeyê Ozdemîr ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê. 
 
DI ENCAMA LÊPIRSÎNÊ DE KESEK HATE GIRTIN
 
Di lêpirsîna piştî bûyerê hate vekirin de di heman rojê de kesên bi navê Cûma K. û Fevzî Kara hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê. Ji kesên ku piştî li vir îfadeyên wan hatin wergirtin sewqî edliyeyê hatin kirin Cûma K. bi şertê kontrola edlî hate berdan û Fevzî Kara hate girtin û şandin girtîgehê.