Karsaz Altûn: Ji ber bacê, kirê û mesrefan tiştek ji me re namîne

  • jin
  • 09:35 14 Gulan 2024
  • |
img
ÎDIR - Nefîse Altûn ku bi xwarinên malê debara xwe dike, hewl dide ku pêjgeha wê li ser pêyan bimîne. Altûnê got: "Ji ber bacê, kirê û mesrefan car heye em tu tiştî qezenc nakin. Lê divê ez li ser pêyan bisekinim." 
 
Li gor daneyên sala 2023'yan ên Saziya Statîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK); ji 65 milyon û 683 hezar kesên di çaxê xebatê de 33 milyon û 175 hezar jê jin in. Lê belê ji van jinan tenê 11 milyon û 894 hezar jê daxilî nava xebatê dibin. 
 
Ji ber ku ji jinan re qadên îstihdamê nayên peydekirin û piştgiriya karsazên jin nayê kirin, jin di demeke kurt de dest ji kar berdidin. 
 
Li Îdirê Nefîse Altûn a 28 salî ji bo kargeha wê neyê girtin li ber xwe dide. Altûn a ku ji Qaqizmana Qersê ye, piştî li zanîngehê Beşa Karsaziya Saziyên Tenduristiyê kuta kiriye nikaribûye karê xwe bike. 
 
Altûn piştî zanîngehê kuta dike dizewice, lê ji ber ku zilam berpirsiyariya xwe bi cih neaniye, dest ji hev berdane. Altûn wê demê ducanî bûye û tevî vê jî biryar daye ku jiyaneke nû ava bike. 
 
Altûn ku ji bo debara xwe bike li malê dest bi çêkirina xwarinê kiriye û ew firotine. 
 
Altûnê got: "Daxwaza baş bûn û mirov ji xwarinên min hez dikirin. Min pereyê we da se rhev û 6 sal berê min kargehek vekir. Her çû min kargeha xwe mezin kir. Du hevalên jin jî li cem min dixebitin. Em amadekariyên rojên xweştir dikin. Em sîparîşan dibin malan. Qet nebe ez dikarim li ser pêyan bisekinim." 
 
Altûnê destnîşan kir ku ji ber nasnameya xwe jinê rastî zextên civakê hatiye û got: "Min feraseta ku jinê hepsî malê dike, heps kir." 
 
Altûnê destnîşan kir ku jin dikarin hêzê ji hev bigirin û got: "Nîviyê civakê bi çavekî baş li xebata jinê mêze dike, lê nîviyê din xwedî feraseta 'ger jin azad bibe talûke ye.'"
 
Altûnê bilêv kir ku ew berên organîk çêdike û got:"Maliyeta wê biha ye û em nikarin beramberiya karê xwe bi dest bixin. Mirov diçin kafeyan tiştên hazir dikirin, lê nayên li vir yên malê nakirin. Dibêjin biha ye. Lê xwarinên me bi tendurist in û zarok bi rihetî dikarin bixwin. Lê ji ber bacê, kirê û mesrefan car heye em tu tiştî qezenc nakin. Lê divê ez li ser pêyan bisekinim." 
 
MA / Rûken Polat