Dayikên Aştiyê di 'azadiyê' de bi israr in

  • jin
  • 09:09 17 Gulan 2024
  • |
WAN - Dayikên Aştiyê yên Wanê, diyar kir ku heya agahiyê ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bigirin wê têkoşîna wan bidome û xwestin ku her kes xwedî li çalakiya wan derkeve. 
 
Girtiyên siyasî çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" ya di 27'ê Mijdara 2023'yan de dabûn destpêkirin, di 4'ê Nîsanê de ber bi qonaxeke din ve biribûn. Girtiyên siyasî ji 4'ê Nîsanê ve dadgehan boykot dikin, hevdîtina bi rêya telefonê û ya bi malbatê re qebûl nakin. Xizmên girtiyan jî bi heman daxwazan li gelek bajaran çalakiyên cur bi cur li dar dixin. 
 
‘EM Ê DEST JI DOZA XWE BERNEDIN'
 
Dayika Aştiyê Xurşê Tûrgûtê bilêv kir ku ew ê tu carî dest ji doza xwe bernedin û got: "Êdî bila vê polîtîkaya tecrîdê ya li me tê ferzkrin bi dawî bibe. Ji bo vê jî pêşî divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Heya tecrîda li ser birêz Ocalan neyê rakirin wê tecrîda li ser me ranebe. Em dixwazin hemû kesên xwedî wijdan xwedî li zarokên xw ederkevin." 
 
Dayika Aştiyê Perîşan Aslanê got: "Em dixwazin her kes piştgiriyê bide çalakiya ku zarokên me daye destpêkirin. Girtiyên me êdî ketin pêvajoyeke nû. Em dixwazin tecrîda li ser birêz Ocalan û hemû girtiyan bê rakirin. Heya em xeberekê ji birêz Ocalan negirin em ê bitêkoşin." 
 
Dayika Aştiyê Kewê Işik anî ziman ku ew doza aştiyê dikin û got: "Divê birêz Ocalan azad bibe. Em dest ji doza xwe bernadin. Em ê li her derî ji bo azadiyê biqîrin."