Li Bursayê zilamekî hewl da jinekê bikuje

  • jin
  • 12:47 19 Gulan 2024
  • |
img
BURSA - Kesê bi navê Sezgîn A. li Bursayê hewl da bi kêran jina bi navê S.C. qetil bike. 
 
Kesê bi navê Sezgîn A. li Taxa Turgutalp a Bursayê hewl da S.C. a ku par hev berdabûn qetil bike. Faîl Sezgîn A, hewl da bi kêran S.C. qetil bike û piştre ji cihê bûyerê reviya. Di êrişê de S.C. birîndar bû û li ser agahdarkirina welatiyên derdorê, li cihê bûyerê komên tenduristiyê hatin sewqkirin û S.C. rakirin nexweşxaneyê. 
 
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.