Biryara 'parastinê' naparêze: Çareserî têkoşîna li ser esasê xweparastinê ye

  • jin
  • 09:07 21 Gulan 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN -  Di 8 rojên dawî de tevî hemû serlêdanên hiqûqî jî 4 jin hatin qetilkirin. Parêzer Halîse Dakali bilêv kir ku pergal li terefê mêran e û ji bo çareyê jî îşaret bi têkoşîneke li ser esasê xweparastinê kir. 

 
Ji ber nepêkanîna mekanîzmayên parastinê yên li dijî tundiya li ser jinê û polîtîkayên bêcezakirina kiryaran, tundiya li jinan tê kirin û kuştina jinan her sal zêdetir dibe. Li gor daneyên JINNEWS'ê di sala 2023'yan de herî kêm 320 jin hatine kuştin û 189 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Di 4 mehên ewil ên sala 2024'an de jî herî kêm 120 jin hatin kuştin û herî kêm 71 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Li gor daneyên Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) jî di sala 2023'yan de herî kêm 315 jin hatine kuştin û herî kêm 248 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Di 4 mehên ewil ên 2024'an de jî herî kêm 124 jin hatine kuştin û herî kêm 72 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. 
 
Çendî jin li dijî tundiyê serî li hemû cihên têkildar didin jî, dîsa tên kuştin. Demek berê herî kêm 4 jinên ji ber tundiyê gilî kirin û der barê wan de biryara parastinê hat dayin jî, ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Jinên li ber çavan hatin kuştin ev in:
 
* Li navçeya Sûltanhîsar a Aydinê Aylîn Pekîn, giliyê Mehmet Şah Yeşîlova kir ku bi israr ew dişopand. Pekîn, di 13'Ê Gulanê de li ber mala xwe ji aliyê Yeşîlova ve bi çekê hat kuştin. 
 
* Li Edeneyê Bahar Torûn, giliyê Bûrak Acar kir û der barê Acar de biryara dûrxistinê hat dayîn. Acar di 13'ê Gulanê de kelemçeya elektronîk şikand û çû Torûnê kuşt. 
 
* Li naveya Selçûk a Îzmîrê Bîrkan Ekren, di 14'ê Gulanê de Sevîm Dûman a ku dest ji hev berdabûn kuşt. Dûman, berê ji ber gefxwarinê û heqaretê mehek cezayê dûrxistinê girtibû. 
 
* Li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê Gokhan Y., Bahar Kaban a ku ji ber gefxwarinê giliyê wî kiribû di 16'ê Gulanêd e kuşt. 
 
Endama Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Amedê Halîse Dakali têkildarî mijarê axivî. 
 
Endama Komîsyona Jinan a Şaxa OHD a Amedê Halîse Dakali
 
XWEPARASTIN Û TÊKOŞÎN
 
Dakali bal kişand ser kêmkirina cezayê kiryaran û got ku kiryar bi vî awayî tên parastin. Dakali destnîşan kir ku kiryar di cinayetên jinan de ji bo cezayê kêm bistînin serî li gotinine cuda didin û got: "Kiryar ji bo bandorê li dadgehê bikin têgihên manîpulekirî yên wekî namûs, evîn û hezkirinê bi akr tînin û taximê cilan li xwe dikin. Ev jî ji aliyê dadgehê ve wekî helwesteke erênî tên nirxandin"
 
Dakali bilêv kir ku ji ber vê bêcezatiyê pêşî li ber kuştina gelek jinan tê vekirin. 
 
Dakali destnîşan kir ku jin ji dêvla li benda parastinê bisekinin divê bitêkoşin û got: "Ewilî ji dêvla ku li benda parastinê bisekinin, divê her jin hebûna xwe watedar bike û nirx û hêza jinbûyînê derxîne meydanê. Ger em vê bikin û wê bi têkoşîna rêxistinbûyî re bikin yeke, em ê karibin li ser esasê xwe parastinê bitêkoşin."
 
 MA / Bêrîvan Kûtlû