Berga Kovara Jînê ya vê hefteyê Dayikên Şemiyê bû

  • jin
  • 09:17 26 Gulan 2024
  • |
img
STENBOL - Hejmara 65’emîn a Kovara Jînê bi manşeta “1000 hefteye li heman cihî: Faîl diyar in, windakirî li ku ne” derket. 
 
Hejmara 65’emîn a Kovara Jînê ku heftane weşanê dike, bi manşeta “1000 hefteye li heman cihî: Faîl diyar in, windakirî li ku ne” derket. Di hejmara vê hefteyê de kovar li ser têkoşîna Dayikên/Mirovên Şemiyê ku ji bo aqûbeta xizmên xwe hezar hefteye li ber xwe didin, disekine. 
 
Nivîsên di vê hejmarê de cih girtin ev in: 
 
* Çîrokeke dewletê nediyar hiştî: Hayrettîn Eren / Hevpeyvîna bi Îkbal Eren re – Bêrîtan Canozer 
 
* Ji bavê min re name... / Gulbahar Alpsoy
 
* Ên li dijî ‘demborîn’ û demê li ber xwe didin / Esra Kiliç 
 
* Lêgerîna edaletê ya dayika Emîneyê ya bloqên betonê parçe dike! / Ceylan Şahînlî
 
* We çi bi Dîlek Serîn a 3 salî kir? / Şukran Demîr