Di doza êrişa zayendî de 12 sal ceza li bersûc hat birîn

  • jin
  • 14:23 27 Gulan 2024
  • |
img
STENBOL - Dadgeha Îstînafê 12 sal cezayê hepsê li bersûcê êrişa zayendî birî. 
 
Li Nexweşxaneya Nexweşiyên Sîng û Cerahiya Sîng a Perwerde û Lêkolînê ya Yedîkuleyê hemşîre H.Z. bi êrişa zayendî ya bijîşkê asîstan S.E. re rû bi rû mabû. Di dozê de der barê S.E. de biryara beratê hatibû dayîn. Dadgeha Edlieya Herêma Stenbolê (Dadgeha Îstînafê) biryara ku 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê dabû xera kiribû. 
 
Piştî xerakirina biryarê doz îro li Dadgeha Îstînafê hat lidarxistin. Aliyên dozê û parlamenter û gelek jin bo piştevaniyê di danişîna dozê de amade bûn. 
 
S.E. di danişînê de îfadeyên xwe berê dubare kir. Parêzera mexdûr H.D. xwest bersûc were cezakirin. H.Z. jî beyanên xwe berê dubare kir. 
 
Dozger xwest li gorî biryara Dadgeha Bakirkoyê ku bi îdiaya, “têrnekirina delîlan” daye li ber çavan bê girtin. 
 
Şandeya dadgehê ji sûcê, “êrişa zayendî” 12 sal cezayê hepsê li bersûc birî û biryara qedexeya derketina derve bo bersûc ê negirtî derxist.