Jinên li Ewropayê ji CPT’yê re zêdetirî 7 hezar name şandin

  • jin
  • 09:12 31 Gulan 2024
  • |
img
AMED - Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan diyar kir ku di çarçoveya çalakiyên “Hezar jin, yek deng” de zêdetirî 7 hezar name ji CPT’yê re şandine û wiha got: “Em ê plansaziya çalakiyên xwe yên tebax û îlonê di rojên pêş de eşkere bikin.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û ev 39 meh in tu agahî jê nayên girtin. Çalakiyên di asta navneteweyî de ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk tên lidarxistin jî didomin. Di meha nîsanê de kampanya derbasî qonaxê bûn. Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) jî di 4’ê Nîsanê de tev li çalakiya “Hezar jin, yek deng” bû. Di çarçoveya çalakiyê de di 19’ê nîsanê de kampanyaya şandina nameyan a ji Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hate destpêkirin. 
 
TJK-E plan dike ku bernameya çalakiyên xwe yên mehên tebax û îlonê jî di meha hezîranê de ragihîne. Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. 
 
Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan 
 
‘TECRÎD PARÇEYEKE QIRKIRINÊ YE’
 
Kaplan, diyar kir ku armanca ji tecrîdê ew e ku fikrên Abdullah Ocalan di nava civakê de belav nebin û wiha got: “Qedexeya hevdîtinê ya bi malbat û parêzeran re jî hewl didin di bin navê ‘cezayên disiplînê’ de rewa bikin. Kesekî bi tena serê xwe di hucreyê de dimîne çima cezayê disiplînê tê birîn? Nirxên hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî tên binpêkirin. Ev tecrîd li şexsê birêz Ocalan nayê ferzkirin. Di esasê xwe de parçeyeke qirkirina li her çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin û ji bo tunekirina destkeftiyên kurdan e. Mimxabin dewletên cîhanê jî bi bêdengiya xwe dibin şirîkê vî sûcî.”   
 
JI CPT’YÊ RE ZÊDETIRÎ 7 HEZAR NAME HATIN ŞNDIN 
 
Bi domdarî Kaplan anî ziman ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de li gel rojên xwendinê, her wiha çalakiyên girseyî li dar xistine û wiha pê de çû: “Ji bo kampanya li tevahiya cîhanê belav bibe xebatên me didomin. CPT berpirsyartiya xwe bi cih nayîne. Weke jinên kurd em dibêjin ‘azadiya Ocalan azadiya me ye.’ Ji gelek deverên cîhanê jin piştgiriyê didin çalakiya me. Me heta niha zêdetirî 7 hezar name ji CPT’yê re şandine. Em ê hêj bişînin. Di nameyan de tê xwestin ku CPT bêalî û serbixwe tevbigere. Ji ber ku bêdengiya li hemberî Tirkiyeyê tê wateya şirîkatiyê.” 
 
GIRÎNGIYA WÊ YA JI BO JINAN
 
Kaplan, daxuyand ku Abdullah Ocalan bi felsefeya “Jin, jiyan, azadî” re ji bo jinên tune dihatin hesibandin perspektîfeke jiyanê afirandiye û wiha pê de çû: “Li gelek deverên cîhanê şoreş çêbûn û jinan di têkoşînan de cih girtin. Lê tevî vê jî tune hatin hesibandin. Lê birêz Ocalan jin xist navenda têkoşînê û kir ku îradeya jinê derkeve holê û di nava civakê de cihê xwe bigire. Birêz Oalan, got ku heke wekheviyek çêbibe, ev yek bi azadiya jinê pêkan e. Bi birêz Ocalan re rêya azadiya jinê ya di nava rûpelên dîrokê de mabûn dîsa vebû. Ji ber ku heta jin azad nebe civak jî azad nabe. Îro bi saya paradîgmaya birêz Ocalan jin ji hêla leşkerî, siyasî, aborî û hwd. ve xwe birêxistin dikin. Em jin, azadiya birêz Ocalan weke azadiya xwe dibînin.” 
 
PLANSAZIYA ÇALAKIYAN
 
Kaplan, axaftina xwe wiha qedand: “Em ê plansaziya çalakiyên mehên tebax û îlonê çendek roj piştre eşkere bikin. Di dema kampanyayê de ji gelek welatan tevlibûnên girseyî çêbûn. Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser birêz Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî, em bang li her kesî dikin ku piştgiriyê bidin çalakî û xwepêşandanên me. Em ê vê gavê mezin bikin. Divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin û birêz Ocalan jî ji hêla fîzîkî ve azad bibe.” 
 
MA / Delal Akyuz