Turkoğlu: Pêvajoyeke ku statuya civakî ya jinan paş ve dibe hat destpêkirin

  • jin
  • 09:22 4 Hezîran 2024
  • |
 
AMED - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglûyê diyar kir ku desthilat bi "Plana Çalakiyê ya Parastin û Xurtkirina Malbatê" re pêvajoyeke ku statuya jinê paş de dibe daye destpêkirin û wekî çareserî jî îşaret bi "malbata demokratîk" kir. 
 
Di koordînasyona Wezareta Xizmetên Malbat û Civakê de bi îmzeya Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan "Plana Çalakiyê ya Parastin û Xurtkirina Malbatê" (2024-2028) di 15'ê Gulanê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. 
 
Di metna plana çalakiyê de li gel "malbat" û zewacê", hincetên wekî "nifûsa extiyar", "zewaca di temenekî mezin de" hatin rêzkirin û heya 4 salan mîsyonine cuda berpêşî hemû wezaretan hatin kirin. 
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglûyê armanca plana çalakiyê nirxand. 
 
'DESTHILAT DIXWAZE BI RÊXISTINBÛYÎNA XWECIHÎ BÎRDOZIYA XWE ENJEKTE BIKE'
 
Turkoglûyê diyar kir ku divê belgeya vîzyonê ya hat weşandin bi têkçûyîna desthilatê re ya di hilbijartinên xwecihî de, bê nirxandin û got ku AKP bi rêxistinbûyna xwecihî re dixwaze bîrdoziya xwe enjekte bike. Turkoglûyê bilêv kir ku AKP di pratîka xwe ya 22 salan de hem bi zimanê xwe hem jî bi polîtîkayên xwe biryarên ku jin nebin kirde girtine û got: "Gava em vê belgeya vîzyonê ya Wezraeta Xizmetên Malbat û Civakê raçav dikin, em dibînin ku 'jinbûyîneke' nû û avakirina malbateke nû heye. Wê çawa bikin? Wê ji aliyekî ve bi mufredata perwerdehiyê bilîzin û wê li aliyekî jî hewl bidin ku ji Serokatiya Diyanetê bêtir mirovên li gor xw emaqûl bigihînin. Li aliyekî din jî, hewl didin bi vê yekê re hewl didin ew qadên di hilbijartinên xwecihî de ji dest wan çûne car din bi dest bixin." 
 
Turkoglûyê destnîşan kir ku wê bi plana çalakiyê re statuya civakî ya jinê paş ve biçe û got ku pêvajoyeke ku mudaxileyî mafên kesan tê kirin hatiye destpêkirin. 
 
Her wiha Turkoglûyê bilêv kir ku wê bi plana çalakiyê re mudaxileyî gelek qadên îstihdamê jî bê kirin û kedxwarî çêbibe. 
 
ÇARESERÎ: MALBATA DEMOKRATÎK
 
Turkoglûyê destnîşan kir ku desthilat hemû saziyan bi feraseta serdestî û zayendparêziyê dîzayn dike û li dijî van polîtîkayan wekî alternatîf îşaret bi modela "malbata demokratîk" kir. Turkoglûyê got: "Ji lew re li civakeke ku jin azad be, ew civak jî azad e. Ev di heman demê de pêkanîna malbata demokratîk e jî."