Hejmara nû ya Kovara Jin derket

  • jin
  • 09:56 16 Hezîran 2024
  • |
img

STENBOL - Kovara Jin vê hefteyê bi berga "Nêzîkatiya ekolojîk a li îstismara xwezayê-jinê" derket.

 
Hejmara 68'an a Kovara Jin ku her hefte di medyaya dîjîtal de derdikeve, bi bergê "Nêzîkatiya ekolojîk a li xwezayê û îstismarkirina jinê" derket. Kovar balê dikişîne ser têkoşîna li dijî îstîsmara jin û xwezayê.
 
Endama Komeleya Jinê ya Demê Derya Aslan di gotara xwe ya bi navê “Ekofemînîzma li dijî îstîsmara jin û xwezayê” de behsa zayin, armanc û pêşketina ekofemînîzmê dike.
 
Dîlan Bebleşîn di gotara xwe ya bi sernavê "Li Kurdistanê lûleya berê wê dane xwezayê: Qirkirina Ekolojiyê" de balê dikişîne ser asta wêrankirina ekolojîk a ji ber şer û rêxistinbûna kesên ku xwezayê diparêzin.
 
Buhar Ewrîn di gotara xwe ya bi sernavê “Li Dijî Ekolojiya Şer û Tundiyê Ekolojiya Civakî ” de behsa pêwîstiya avakirina saziyên ekolojîk û jîngehparêzî û bername û stratejiyên zelal li ser vê mijarê dike.
 
Bêrîvan Guneş, bi gotara xwe ya “Bajarê kê, mafê kê yê bajêr?” balê dikişîne ser girîngiya bajarên ekolojîk û çawaniya wan.
 
Marijke Colle jî gotara "Femînîzm û Ekolojî: Heman têkoşîne?" nivîsandiye.
 
Munevver Berk di gotara xwe ya bi sernavê "Vîna jinê ya li dijî rejîma qeyûm" de balê dikişîne ser mafên ku ji aliyê hikûmetê ve bi destwerdana îradeya kurd û jinan hatine desteserkirin.