Aktîvîsta îranî Atîfe Rangrêz hate girtin

  • jin
  • 14:49 30 Hezîran 2024
  • |
img

WAN - Nivîskar û parastvana mafên mirovan Atîfe Rangrêz hate girtin. 

Nivîskar û parastvana mafên jinan Atîfe Rangrêz ku li bajarê Damxanê yê Îranê dijiya, cara duyemîn hate binçavkirin. Rangrêz li Dadgeha Şoreşê hate darizandin û bi îdiaya “Ji bo ewlehiya welat kom ava kiriye û li dijî hikûmetê propaganda kiriye” hate girtin. Rangrêz, şandin Girtîgeha Şehrûdê. 
 
ÇI BÛBÛ?
 
Rangrêz, di 10’ê îlona 2023’yan de ji hêla hêzên ewlehiyê ya rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin. Piştî lêpirsîna li Navenda Îstîxbaratê, Rangrêz şandibûn Girtîgeha Şahurdê. Piştre di 12’ê cotmeha 2023’yan de hatibû berdan.