Piştî 8 salan li Şaredariya Cizîrê Midûriyeta Polîtîkayên Jinê hat vekirin

  • jin
  • 09:01 12 Tîrmeh 2024
  • |
ŞIRNEX- Li şaredariya Cizîrê Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya ku di dema qeyûm de  hatibû girtin, piştî 8 salan hat vekirin. Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan got: "Projeyên me yên li ser jinan berfireh in û demdirêj in. Midûriyeta me dê ne tenê bi Cizîrê re sînordar bimîne, dê li navçeyan û li gundan jî jinên ku rastî tundiyê tên tespît bike û xebatên xwe bide bide meşandin." 
 
Di sala 2016'an de bi biryara Wezareta Karên Hundir ji 45 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 35 jê qeyûm tayinî wan hatin kırın û desteserkirin. Yek ji van jî şaredariya navçeya Cizîr a Şirnexê bû. Li navçeyê di 17'ê Mijdara 2016'an de qeyûm hat tayinkirin. Li gel tayinkirina qeyûman her qadên ku di dema şaredariyên DBP'ê de ji jinan re hatibûn vekirin yek bı yek hatin girtin. Li navçeya Cizîrê yekem xebata qeyûm Davüt Sinanoglu girtina Mudûriyeta Polîtikayê ya Jinan bû. 
 
Navenda Jinan a Sitiya Zîn jî dewrî Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî re hat kirin. Li navçeyê li gel girtina sazî û beşên jinan tundiya li ser jinan, kuştinên jinan, polîtîkayên şerê taybet zêdetir bû. Lêbelê di hilbijartinên ku 31'ê adarê de hatine li dar xistin de bi sedî 72,88. dengan Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) careke din qezenc kir. Şaredariya Cizîrê ya ku ji aliyê DEM Partiyê ve tê birêvebirin piştî 8 salan birîma Midûriyeta Polîtîkaya Jinan a ku ji aliye qeyûman ve hatiye girtin vekir. Li gel vekirina birîmê midûriyetê dest bi xebatên xwe kirin. 
 
Hevşaredara Cizîrê Guler Yerbasan der barê vekirina mudûriyetê û xebatên ku dê di demên pêşiyê de di bin siwana midûriyetê de bên meşandin axivî. 
 
PIŞTÎ 8 SALAN MIDÛRIYETA JIN VEKIRIN
 
Yerbasanê anî ziman ku qeyûman bi girtina midûriyeta jinê careke din dijitiya xwe ya li hemberî jinan nişan daye û wiha axivî: "Di sala 2016'an de rêveberiya Partiya me di şaredariya Cizîrê de midûriyeta polîtikaya jin vekirî bû. Lêbelê li gel tayinkirina qeyûm a li ser şaredariya Cizîrê yekem xebata qeyûm bû girtina birîma midûriyeta politikaya jinan. Di wê demê de jî Şewirmendiya navendî ya jinan a Sitiya Zîn hebû. Heta niha jî vekiriye lêbelê ne di destê şaredariyê de ye û xebatên jinan jî nade meşandin. Bi temamî qeymeqam li wir xebatên xwe dide meşandin. Jinên ku li hemberî tundiyê diminîn û pirsgirêk dikişînin nikarin biçin Sitiya Zîn. Ji ber ku Sitiya Zîn ev 8 salin ku di bin baskê qeyûman de li gorî xwe xebatan didin meşandin. Di van 8 salan de di şaredariyê de hemû birim û midûriyet hene lêbelê midûriyeta jinê nehatibû vekirin. Ya ku heyî jî girtibûn. Di sala 2019'an de dîsa hevalên me yên ku hatine ser kar wê demê xwestin ku vekin û xebatên xxwe meşandin. Lê mixabin ji ber ku qeyûm tayinî şaredariyê hat kirin nekarin ku xebatan bikin. Ji ber wê jî şewirmendiya jin jî û midûriyeta politikaya jinê jî nehate vekirin."
 
'PÊWÎST BÛ KU BI LEZGÎNÎ EV YEKÎNEYE BIHATA VEKIRIN'
 
Guler Yerbasanê bi lêv kir ku li gel vekirina midûriyetê, di bin boneya wê de ew ê projeyên jinan yek û yek pêk bînin û got ku midûriyeta wan dê ne tenê ji jinên navçeyê re dê ji jinên derveyî navçeyê re jî dimînin piştevanî û alikariyê bikin û wiha got: "Piştî ku em hatin hilbijartin û me karê xwe da destpêkirin, me di destpêkê de birîma midûriyeta politîkaya jinê vekir. Ev birîma niha di şaredariyê de bi awayeke çalak xebatên xwe dan destpêkirin. Di pêşiya me de jî em ê xebatên xwe li ser şewirmendiya vekirina jinê bidin meşandin. Em ê demeke nêz de jî şewirmendiya jinê vekin. Piştî 8 salan me midûriyeta jinan ava kir. Ji bo ku jinên ku li Cizîrê li rastî tundiyê tên û polîtîkayên şerê taybet li ser wan tê meşandin bikaribin xwe bigihînin me, me lezginî ev birim vekir. Niha hin aliyên wê yên ku kêm mane hene. Lêbelê di demeke nêz de ew kêmasî jî dê biqedin. Bi awayeke fermî bi rengê jinê me ev birîma xwe vekir. Di dema pêşiya me de jî li ser xeta Alo ya tundiyê aktif bikin. Jinên ku rastî tundiyê tên wê li ser vê xetê xwe bigihînin me. Bi vê re jî magazaya jin wê bê vekirin. Jinên ku îro xîzanin da ku em bikaribîn ji wan re alikariyê bikin em ê vê magazayê vekin. Di demeke nêz de jî şewirmendiya jin bê vekirin. Ev xebat hemû dê bin boneya midûriyeta politikaya jin pêk bên. Projeyên me yên li ser jinan berfireh in û demdirêj in. Di nava van 5 salan de di nav hemû xebat û projeyên de ji her 3 projeyan 2  projeyên me dê projeyên jin bin.Midûriyeta me dê ne tenê bi Cizîrê re sînordar bimîne dê li navçeyan û li gundan jî jinên ku rastî tundiyê tên tespît bike û xebatên xwe bide meşandin. Midûriyeta me ne tenê dê li şaredariyê bimÎne û li bendê be ku jin bên serlêdan bikin. Midûriyeta me dê biçe gundan, taxan û kolanan xwe bigihîne jinan. Li gel vekirina yekîneyê midûriyeta me dest bi xebatên xwe kir."
 
DI NAVA 25 MIDÛRIYETAN DE YEK JIN JÎ TUNE YE
 
Yerbasanê da zanîn ku qeyûm şaredarî veguherandiye qadeke mêr û got ku ew ê di şaredariyê de vîn û rengê jinê bi cih bikin û ev tişt got: "Mudûriyeta me herî dawî li ser jinên ku di van demen dawî de li Cizîrê hatine qetilkirin re xebatên xwe dide meşandin. Bi zarok û malbatan van jinan re têkiliyên de ne.Reng û vîna jinê dê şaredariya Cizîrê de piştî 8 salan dê bixuye. Dê xebatên me yên qadê jinê de bidome. Armanca me ew e ku di van 8 salan de ew hişmendiya ku jin nenaskirî û tunekirî di nav şaredariyê de xelas bikin. Me di destpêkê de midûriyeta jinê da destpêkirin. Ev gava me ya destpêkê bû û dê proje û xebatên me bidomin. Her wiha lijneya me ya jinan jî heye û ev lijne her hefteyê carekî li vir civînê li dar dixe û li ser xebatên jinan biryaran didin û em jî pêk tinin. Di şaredariyê de 25 midûriyet hene lêbelê di van midûriyetan de yek jî jin nine û hemû jî mêr rêve dibin. Me niha du midûriyet dan jinê. Ji bo ku nasnameya jin bidin pêşiyê ev gav avêt. Her wiha di nav personelan de hejmara jinên personel pir kême. Em ê di pêvajoya pêşiya me de wê pergala wekheviyê pêk bînin." 
 
MA / Zeynep Durgut