Av. Ozkaplan: Ji ber ku Bişar Atli bi unîforma bû hat parastin

  • jin
  • 09:10 12 Tîrmeh 2024
  • |
WAN - Li cerdevanê ku li Elbakê ji ber destdirêjiyê dihat darizandin, 6 sal û 8 meh ceza hat birîn. Parêzer Jiyan Ozkaplan ku bertek nîşanî vê yekê da, got: "Lêpirsîneke bibandor nehat kirin. Ji ber ku faîl bi unîforma ye, hat parastin." 
 
Li Elbak a Wanê di 15'ê tebaxa 2023'yan de cerdevan Bişar Atli, dest dirêjî M.Ş.'yê kir. Danişîna biryardayînê ya bi sûcê "destdirêjiyê" di 9'ê tîrmehê de li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin. Dadgehê bi giştî 6 sal û 8 meh ceza li Atli birî. Ji ber ku Atli bi awayekî negirtî tê darizandin û cezayekî hindik lê hat birîn, bû cihê bertekan. 
 
Parêzera M.Ş.'yê Jiyan Ozkaplanê anî ziman ku çendî destdirêjî di rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) de bi awayekî şênber derketiye holê jî, cezayekî hindik li faîl hat birîn. Ozkaplanê destnîşan kir ku di dosyeyê de lêpirsîneke çalak nehatiye kirin û got: "Kiryar Atli jî wekî dosyeyên din ji ber ku bi unîforma ye hat parastin. Îdianame bi sûcê 'destdirêjiyê' hat amadekirin, lê di mutalayê de gelek tiştên di dosyeyê de hatin guherandin. Dozgerê ewil der barê kiryara de doza beraet û berdanê da û şandeya dadgehê ya dmeborî jî vê daxwazê qebûl kir. Di danişîna din de dozger doyeyê guherî û mutalaa jî guherî. Vê carê mutalaa bi sûcê 'êrişa zayendî ya hêsan' hat amadekirin. Fail 12 caran beşdarî danişînê nebû. Di danişîna biryardayinê de diviyabû fail li eywana danişînê bûya. Diviyabû gotina dawî bigota û biryar li ser çavê wî bihata xwendin. Û diviyabû ceza girantir bûya." 
 
Ozkaplanê destnîşan kir ku kesên biunîforma cesaretê ji polîtîkayên necezakirinê digirin û beşdarî sûcên nû dibin û got: "Polîs, leşker û cerdevan cesaretê ji vê digirin û ev sûc zêde dibin." 
 
Ozkaplanê bal kişand ser girîngiya bertekên jinan û got:" Ji lew re şandeya dadgehê xwedîderketinekê dibîne. Lewma divê jin di vî warî de xwe birêxistin bikin." 
 
MA / Mehmet Guleş