Komxebeta Jinan û Aboriyê: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî bersivê bidin krîzê

  • jin
  • 09:10 16 Tîrmeh 2024
  • |
WAN - Jinên beşdarî “Komxebata Jinan û Aboriyê” bûn diyar kirin ku ew dixwazin bi hêza xwe ya xweser bixebitin û ew ê wek jinan bersivek têkoşîna birêxistinkirî bidin vê krîzê. 
 
Kooperatîfa Jinan a Evîn li Wanê “Komxebata Jinan û Aboriyê” ya ji bo du rojan li dar xist. Jinên beşdarî komxebatê bûn li ser xebatên jinan axivîn. Endama Kooperatîfê Yildiz Çetîn û turîzmvan Fatma Beyaz axivîn û bal kişandin ser girîngiya aboriya jinan û kooperatîfan. 
 
‘DIVÊ JIN TEV LI ÎSTÎHDAMÊ BÊN KIRIN’
 
Fatma Beyaz diyar kir ku ji bo jin tev li îstîhdamê bibin ew li hev kom bûne û got: “Çawa ku li her qadê jiyanê rola jinan heye, li qada aboriyê jî rola jinan gelek girîng e. Bi piranî aborî û fînans di destê zilaman de ye, lê belê êdî di vê sektorê de pêşengiya jinan jî balê dikişîne ser xwe. Ji bo jin tev li hêza kar bibin gelek astengî hene. Di nav van astengiyan de normên çandî û civakî, asta perwerdehiyê, xwegihandina fersendên kar hene û divê ev astengî rabin. Ji bo jin tev li aboriyê û fînansê bibin gelek avantj jî hene. Heke jin beşdarî kar bên kirin wê aborî jî mezin bibe û ji bo aboriyê bibe piştevanî. Heke jin werin îstîhdamkirin dê ji bo gelek qadan bibe destekek xurt jî. Ji bo jin di aborî û kar de li pêş bikevin divê pêşî li ber wekheviya zayendî ya civakî bê vekirin. Heke jin li her qadê cih bigirin dê dinya xweş bibe û dinya her hebe.” 
 
 TECRÛBEYA KOOPERATÎFIYÊ 
 
Endama Kooperatîfê Çetîn Yildiz jî da zanîn ku cara ewilî kooperatîfbûnê di sala 2015’an de li navçeya Payîzavayê bi avakirina Kooperatîfa Jinan a Xwasor dest bi vê xebatê kiriye û bi 12 jinan dest bi vê rêwîtiyê kirine û di salekê de nêzî 60 jinan îstîhdam kirine.  Çetîn wiha got: “Kooperatîfa me roj bi roj mezin bû. Hevalên me yên jin berhemên paqijiyê yên organîk, ekolojîk û bê kîmyewî, dermanên çandiniyê, ava fêkiyan, xwarinên ku li malê çêdibin, xalîçe û xalîçeçêkirinê, hilberîna tekstîlê û gelek qadên din hilberîndanin. Piştî tayînkirina qeyûman kooperatîfên me jî hatin desteserkirin. Xebatên me hatin astengkirin û malzemeyên me hatin desteserkirin. Me navnîşan guhert û dîsa li navenda Wanê bi navê Kooperatîfa Evîn dest pê kir. Em li vir jî cil û bergên xwe yên kurdî çêdikin û em kesên pispor jî perwerde dikin."
 
‘AXAFTINA LI SER NEXŞERÊYÊ HÊZ DA ME’ 
 
Çetîn anî ziman ku armanca wan ew e ku jin bi hêza xwe karibin bijîn û jiyana komînal, wekhev, azadîxwaz û demokratîk pêk bînin. Çetîn axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yek ji armanca me ya herî mezin ew e ku jin di nava kar de neyên îstîsmarkirin. Em armanc dikin ku bi xebatên kolektîf çanda xwe ya winda ji nû ve derbixin holê û vê yekê jî bi pêşengiya kooperatîfê pêk bînin. Em planan çêdikin ku pirsgirêkên cidî yên di warê çandiniyê de dijîn ji nû ve çalak bikin. Herî zêde em jin ji vê krîza aborî ya ku em tê de bi bandor dibin û weke jin em ê bi têkoşîneke rêxistinbûyî bersivê bidin vê krîzê. Di vê komxebatê de me behsa jin û aboriyê kir.  Bilêvkirina pêşbînî, pêşniyar û pirsgirêkên jinan ên derbarê krîza aborî de û nîqaş û axaftinên li ser wê yekê ku em çawa dikarin ji vê krîzê derkevin û nexşerêyeke çawa xêz bikin hêz da me. Ji bo têkoşîna jinê li her qadê zindî bihêlin, em ê li ber xwe bidin.”