Gundê ku bi destê jinan hatiye avakirin: Jinwar

  • jin
  • 09:27 19 Tîrmeh 2024
  • |
img

RIHA - Endama gundê Jinwar Ruken Rojda diyar kir ku ew bi fikr û ramanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan projeya xwe ava kirine û niha li ser vê esasê xebatên xwe dikin. 

Şoreşa Rojava tevî hemû êriş, gef û qetlîaman jî gihîşt roja îro û 12 sal in berdewam e. Şoreş di heman demê de weke “Şoreşa Jinan” jî tê pênasekirin. Şoreş li ser esas û paradigmaya azadîxwaziya jinan, demokratîk û ekolojîk bi pêş ket. Di serî de gelê kurd û hemû netew û baweriyên din bedelên mezin dan û şoreşa xwe gihandin îro. 
 
PÊŞENGÊN ŞOREŞÊ JIN IN 
 
Jinên ku pêşengiya şoreşê û berxwedana li Rojava dikin di gelek waran de bir ola xwe radibin û jiyana komunal esas digirin. Yek ji xebata şênber û tê zanîn avakirina Gundê Jinwar e. Ev gund li Kurdistan û Rojhilata Navîn gundê yekem e. Porjeya gund di sala 2016’an de dest pê kir û di sala 2018’an de temam bû. Liv î gundî nêzî 30 malan, dibistanek, cihek xwarinê, dikanek û klînîka tenduristiyê Şîfa Jin hene. Jin li gund karûbarê çandiniyê û sewalkariyê dikin û hewcedariyên xwe rojane dabîn dikin. Jin bi xwe gundê xwe diparêzin û ewlehiya wê pêk tînin. Ji perwerdehiyê û tenduristiyê bigire heta hemû pêdiviyan jin bi xwe dabîn dikin û bi enerjiya tavê jî ceyrana xwe hildiberînin. Jin bi vî awayî hem xwezayê diparêzin hem jî pêdiviya xwe ya ceyranê dabîn dikin. Zilam dema ku karek wan hevpar çêdibe dikarin biçin gund. 
 
Îdareya gund ji aliyê meclisa hatiye avakirin ve tê birêvebirin. Di mehekê de du car civînên meclise tên lidarxistin û li ser kêmasî û geşedanan nîqaş dikin. 35 gundên li gund dijîn endamên xwezayî yên meclise ne. Akademiya Jinwar jî hatiye avakirin û jin li vir di warê dîrok, anatomiya jinan û jineolojiyê de tên perwerdekirin. 
 
JI GELEK DEVERAN JIN TÊN JIWARÊ 
 
Li gund jiyanek hevpar û komûnal hatiye avakirin û jinên ji Dirbesiyê, Kobanê, Derazor, Şedadê, Şengal, Şehba, Silêmanî, Mexmûr û Serêkaniyê li vir dijîn. 
 
Endama Desteya Rêveberiya Gundê Jinwarê Rûken Rojda li ser kar û xebata li gund axivî û got ew bi rasthatina Şoreşa Rojava amadekariyan dikin û bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Rojda got avakirina wan a gund yek ji berhemên Şoreşa Rojava ye. 
 
Rojda anî ziman ku dema jin bixwazin dikarin di her warî de xwe bi rêxistin bikin û bibin berhemdarên şoreşê û jiyanek hevpar. 
 
BI FIKRA ABDULLAH OCALAN AVA BÛ 
 
Rojda, anî ziman ku gund ji fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye avakirin û got ku ew bi nirxandinên Abdullah Ocalan ên "Divê ji jinan re qadên jiyanê bên avakirin, ne stargeh, bajarên jinan bên avakirin” ji bo wan bûye rehber. Rojda got: “Armanca me ew e ku em jiyaneke xweser ava bikin, ne ku em ji bo jinan ‘stargeh’ê ava bikin. Ev der hema bêje weke akademiyekê ye... Ji sînorên civaka baviksalarî dertê û jinan fêr dike ku li gorî hêza xwe jiyana xwe bi rêxistin bikin."
 
Rojda destnîşan kir ku hemû xebatên li gund ji aliyê meclisê ve tên organîzekirin û diyar kir ku her ji 6 mehan carekê 2 jin bi awayekî dewrî weke berdevkên gund dixebitin. Rojda diyar kir ku meclisa gund ku ji 15 rojan carekê dicive, bi pratîkkirina sîstema rexne-xwerexnekirinê kar û planan dinirxîne.
 
HÊZ DIDE JINAN 
 
Rojda destnîşan kir ku jin bi ezmûna ku li gund bi dest xistine di nava civakê de bi xwebaweriyeke mezin jiyana xwe didomînin û wiha got: “Di nava 7 salan de em gelekî bi ser ketin. Jinwar ne tenê ji jinên li vir pêk tê, bi hebûna xwe hêz dide bi hezaran jinan. Jinên ku ji aliyê mêr û bavên xwe ve bi gotina 'cihê tu biçî tune ye' rastî zextan tên, li vir hene. Gundê Jinwar bi hebûn û baweriya xwe dikare bi zilaman paşve gav bide avêtin. Jinwar bi hebûna xwe ferzkirinên li jinan red dike.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî