Kesê êrişî jinan kiribû vê carê heqaret li wan kir

  • jin
  • 15:34 19 Tîrmeh 2024
  • |
img
AMED - Kesê ku li sîteya Doga Evlerî gotibû ku “Me bav û kalê we kuştiye, hê gorên wan nediyar in” cara duyemîn jin hedef girtin. 
 
Li sîteya Doga Evlerî ya li navçeya Peyas a Amedê cara duyemîn hewldana êrişê çêbû. Kesê ku gotibû  “Me bav û kalê we kuştiye, hê gorên wan nediyar in” êrişî rêveberiya sîteyê kir û heqaret li jinan kir. 
 
Hat ezanîn ku heman komê beriya du rojan alên HUDA-PAR’ê xistibûn destên zarokên biçûk û di sîteyê de dirûşm bi wan dane berzkirin. 
 
ÇI QEWIMÎ BÛ?
 
Li Doga Evlerî yên li navçeya Peyasa Amedê komeke zilaman, heqaret li jinên ku ketin hewza sîteyê kiribûn. Vê koma êrişkar deriyên hewzê li ser zarokan girtibû. Kesek ji nav komê, gef li jinan xwaribû û gotibû “Me bav û kalê we kuştiye, hê gorên wan nediyar in, hûn bi kî re diaxivin?” Her wiha vî êrişkarî gefa “Wê îro kes ji vir sax dernekeve” li jinan xwaribû. Li aliyê din şêniyên sîteyê jî bertek nîşanî wan dabûn.