Jinek li Semsûrê hat kuştin

  • jin
  • 20:30 19 Tîrmeh 2024
  • |
img
 
SEMSÛR - Li Semsûrê zilamê bi navê Kemal Bîçer hevjîna xwe Esma Bîçer qetil kir. 
 
Li taxa Bahçelîevlerê ya navenda Semsûrê kesê bi navê Kemal Bîçer êrişî hevjîna xwe Esma Bîçer (41) kir û ew qetil kir. Kujer Bîçer cenazeyê Esma Bîçerê xist kîsekî û avêt baxçeyê malê. Bêhna cenaze li derdorê belav bû û cîran cînayetê ferq kir û agahî dan tîmên tenduristiyê. 
 
Tîmên tenduristiyê cenaze ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morga nexweşxaneya dewletê. 
 
Lêpirsîn hat destpêkirin û kujer Bîçer hat binçavkirin.