Li Wanê komxebata Jinan: Demokrasiya herêmî bi jinan dest pê dike

  • jin
  • 13:19 20 Tîrmeh 2024
  • |
WAN - Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, di “Komxebata Plansaziya Stratejîk a Jinan” de diyar kir ku demokrasiya herêmî bi tevlibûna jinan pêş dikeve û got: “Em li dijî navendîbûnê demokrasiya herêmî ava dikin.” 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li oteleke Wanê, “Komxebata Plansaziya Stratejîk a Jinan a 2025-2029’an”  pêk anî. Di komxebatê de siyasetmedar Sebahat Tuncel, Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal, Seroka Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin Refike Sonmez, hevşaredarên herêmê û navçeyan amade bûn. Dîsa nûner û rêveberên jin ên DBP, OHD, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Komeleya Jinan a STAR’ê û nûnerên gelek saziyên sivîl û civakî amade bûn. 
 
Ewil Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal axivî û diyar kir ku demokrasiya herêmî bi tevlêbûna jinan pêş dikeve. Şedal, anî ziman ku pêşeroja bajar, welat û cîhanê bêyî ku jin tevli plansaziya pêşeroja wê bibin, plansaziya pêşerojê nayê kirin û wiha got: “Ji ber vê yekê dema plansaziyek bê kirin û biryarek bê dayîn divê teqez jin di nava biryar û plansaziyê de cihê xwe bigirin. Di biryar û plansaziyê de gotina herî bi hêz em ê bikin. Ji bo vê yekê em tam bi biryar in. Di rêveberiya herêmî û saziyên din de pergala Hevserokatiyê îspata vê yekê ye. Ji bo em bibin xwedî biryar û vîn me gelek bedelên giran dan. Eger em îro ew qas bi hêz in ji ber vê biryar û berxwedana me ye.” 
 
‘JIN TUNE BIN JIYAN JÎ NABE’
 
Şedal, destnîşan kir ku jin îro têkoşîna hebûnê didin û wiha axivî: “Li cihekî ku jin lê tune bin, jiyan pêş nakeve, Jiyan ava nabe. Ev rastî ji aliyê her kesî ve hatiye qebûlkirin. Me di 31’ê adarê de bajarên xwe ji qeyûmê rizgar kir. 3 meh di ser hilbijartinê re borîn. Me jinan di 3 mehan de nîşan da ku em dikarin çi bi ser bixin. Ev komxebata plansaziya stratejîk ji bo vê yekê gelek girîng e.” 
 
Şedal, anî ziman ku ew li dijî hişmendiya mêr û rejîma zilam ala wekhevî û azadiyê bilind dikin û wiha berdewam kir: “Em li dijî navendîbûnê demokrasiyê ava dikin. Demokrasiya herêmî bi tevlêbûna jinan pêş dikeve. Rêveberiya me ji bo jiyanek wekhev û azad jin xweser û azad xwe bi rêxistin dikin. Hevserokatî û nûnertiya wekhev rastiya vê yekê ye.  Em ê jiyanek bê tundî, wekhev û azad bi hevre ava bikin.” 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt jî anî ziman ku ew di çarçoveya paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê de de xebatên xwe dikin û wiha got: “Îro hemû jinên li vir di nava Plansaziya Stratejîk a Jinan de cih digirin ji bo me gelek girîng e.” 
 
Jinan piştî axaftinan sinevizyona der barê xebatan de temaşe kirin. Komxebat bi pirs û bersîvan didome.”