Li Dêrsimê meşa jinan: Jin jiyan azadî

  • jin
  • 20:48 27 Tîrmeh 2024
  • |

DÊRSIM - Platforma Jinan a Dêrsimê piştî çalakiya di çarçoveya mihrîcanê de hatiye kirin, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” dest bi meşê kirin. 

  
22’yemîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya Mûnzûrê a bi dirûşma “Em ê destûr nedin xweza û îradeya me were xespkirin” tê lidarxistin bi çalakiya Platforman Jinan a Dêrsimê domiya. Siyasetmedara kurd Sabahat Tûncel, parlamenter, Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên saziyên sivîl û gelek jin di Qada Seyît Riza de hatin cem hev. Jin stran gotin, govend gerandin. 
 
Jin ji bo Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, Gulistan Doku, Emîne Şenyaşar, jinên girtî yên nexweş û jinên têkoşer ên Lezîtayê pivdang firandin. 
 
Jin piştre demekî dirêj stran gotin, govend gerandin û bi dovîzên “Dê serhildana jinan cîhanê bihejîne”, “Gulistan Doku li ku ye?” û “Em ê kesekî din kêm nebin” ber bi Kuçeya Hunerê ve dest bi  meşê kirin. Jinan di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindana”, “Em bêdeng nabin, natirsin û îtaetê nakin”, “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Jinên bi coşekî mezin meşiyane li cihê gihaştine jî govend gerandin. 
 
Piştre peyamên Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û dayika Gulistan Dokûyê Bedriye Dokû yên ji çalakiya jinan re hatibûn şandin, hatin xwendin.  
 
DAYIKÊN ŞEMIYÊ: EM JÎ DÊ DESTÛRE NEDIN XESPÊ 
 
Dayikên Şemiyê de di nameya xwe de destnîşan kirin ku ew ê destûr nedin xweza, îrade, maf û azadiya wan were xespkirin û wiha gotin: “Em dayikên windakiriyan û parastvanên mafên mirovan in. Em ji bo windakiriyên xwe yên di binçavkirinê de hatine windakirin werin peydakirin û têkoşîna edaletê têdikoşin. Em bêyî paş de gav avêtinê, têkoşîna xwe didomînin. Em 1009 hefte ne diqêrin, windakiriyên xwe dixwazin, aştiyê dixwazin haqîqetê dixwazin.” 
 
DAYIKÊN AŞTIYÊ: EM DI AŞTIYÊ DE ISRAR BIKIN
 
Dayikên Aştiyê di peyama xwe de anîn ziman ku ji bo dayikan, nirxa herî hêja zarokên wan in û wiha gotin: “Windakiriyên şeran dayik in. Lewma em li dijî şer in. Çi bibe bila bibe em ê aştiyê biqêrin û biparêzin. Em ê heya bêhna xwe dawî di aştî, xwişk û biratî û wekheviyê de israr bikin. Em wek Dayikên Aştiyê gel, çiya, ber û ava Dêrsimê bi rêzdarî silav dikin.” 
 
DAYIKA DOKÛYÊ: BÊYÎ ZANEBÛNA ÇI BI SERÊ WÊ HAT…
 
Dayika Gulistan Dokûyê Bedriya Dokû da zanîn ku ev 4 sal in keça wê tune ye û wiha got: “Ez dayik im. Ez dixwazin ku beriya mirinê çi bi serê keça min hat. Min bi gelek zehmetiyan keça xwe mezin kir û min bala xwe dayê. Waliyê demê Tuncel Sonel ji me re got keça we xwe kuştiye û di deriyê paş de kujer şand Rûsyayê, gelo çima? Ev kujer çi ji keça min xwest. Em ê heya edalet pêk were ji gotina ‘Gulistan Dokû li ku ye’ bernedin.” 
  
Piştî xwendina peyaman, navên girtiyên jin ên nexweş hatin xwendin. Bername bi gotina stranan bi dawî bû. 
 
Roja 3’yemîn a mîhrîcanê dê bi konser û nîşandana belgefîm bi dawî bibe. Mihrîcan dê sibê bi panel û konseran bi dawî bibe.