Li Îzmîrê destdirêjî: Qereqolê guh lê nekir, ew tawanbar kir

  • jin
  • 09:32 1 Tebax 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Li navçeya Bornovayê qereqolê îfadeya C.K. ya ajovanê texsiyê Emre Û. dest dirêjî wê kir nehat girtin û li Qereqola Încîraltiyê jî hat tawanbarkirin û biçûkxistin. Piştî gilîkirinê çendî delîlên berbiçav hene jî kiryar nehat girtin û bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan. 
 
Li naveya Bornova ya Îzmîrê, ajovanê texsyê Emre Û. (30), xwendekara zanîngehê C.K.'yê (23) di texsiyê de desteser kir û dest dirjêî wê kir. Bûyer di 20'ê Hezîranê saet li derdira 16.00'an li semta Kuçukparkê qewimî. Kiryar Emre Û., kameraya di hundirê texsiyê de girt û texsiyê bir cihekî tenha yê kamera lê tune ye û li vir dest dirêjî xwendekara zanîngehê kir. 
 
Piştî bûyerê C.K. çû Qereqola Karabaglarê û giliyê Emre Û. kir. Polîsan jê re got "Cihê bûyer lê qewimiye nakeve qada me ya peywirê" û îfadeya wê negirtin. Piştî vê C.K. çû malê û bi piştgiriya malbata xwe di 23'yê Hezîranê de çû Qereqola Încîraltiyê. 
 
LÊPIRSÎN HAT VEKIRIN, DOZGER XWEST BÊ GIRTIN
 
Piştî giliya C.K.'yê li Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê lêpirsîn hat destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de kiryar Emre Û. bi sûcç "destdriêjiyê" di 25'ê Hezîranê de hat binçavkirin. Kiryar, di îfadeya xwe ya li midûriyeta polîsan û dozgeriyê de derpêş kir ku bûyer bi "rizaya" C.K.'yê çêbûye. Kiryar piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hat kirin û dozger bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kir. 
 
Dadgehê jî çendî delîlên berbiçav hebûn jî bi îdiaya navnîşana kiryar sabît e û bi şertê kontrolkirina edlî ew berda. 
 
Piştî bûyerê kiryara ji cihê texsîvaniyê hat menkirin. 
 
'EZ TIRSIYAM'
 
C.K. ku dest dirêjî wê hat kirin, tiştên hatin serê wê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re gotin. C.K.'yê da zanîn ku di 20'ê Hezîranê de li semta Kuçukparkê li texsiyê siwar bûye û got: "Bi min re sohbet kir. Di destpêkê de sohbeta ajovan û mişterî bû. Paşê ji nişka ve ket meseleya tiryakê û got ku tiryakê bi kar îne. Got, 'Ez dibêm tu jî bi kar tînî.' Min jî got, 'Na, ez qte bi kar naynim.' Paşê ket meseleyên zayendî. Di vê kêliyê de gava min rahişt telefona xwe, dest danî ser telefona min. Got, 'Tu bi kê re diaxivî, tu yê çi bikî bi telefonê.' Taciz zêde bû û ez pir tirsiyam. Piştî tacizê, got ji ber ku bijîşkekî birîndar kiriye qeyda wî ya sûc heye. Piştî ku vê got ez bêtir tirsiyam, min nikaribû telefonî dêya xwe an jî polîsan bikim." 
 
KAMERAYA HUNDIRÊ WESAYÎTÊ GIRT
 
C.K.'yê ragihand ku gava gihaştina Taxa Fahrîaltay kiryar kamera girtine û derî kilît kirine û got: "Wesayîtê ber bi Încîraltiyê, cihekî bê kamera ve bir. Di wê navberê de jit irsa direhilîm, min nikaribû tiştek bikira. Piştî ku ez birim cihekî tenha dest dirêjî min kir."
 
C.K.'yê bilêv kir ku piştî destdirêjiyê telefonî dêya xwe kiriye û got: "Gava min ji dêya xwe re got, dêya min got demildest divê biçin qereqolê . Em ji bo gilîkiriê çûn Qereqola Karabaglarê. Lê polîsên li vir gotin 'ew de rne qada me ye' û giliya me esas negirtin." C.K. piştî bûyerê bi 3 rojan tevî malbata xwe çûye Qereqola Încîraltiyê û gilî kiriye. 
 
C.K.'yê wiha domand: "Ez çûm Qereqola Încîraltiyê. Gava min rewşê ji polîsên li vir re got, gotin 'Te bi dilê xwe kiriye. Ger tu gilî bikî wê serê te têkeve belayê.'"
 
C.K.'yê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez dixwazim ev kes bê darizandin û cezakirin. Her kes li texsiyê siwar dibe û ez naxwazim tu kes bi tirs li texsiyan siwar bibe. Ez naxwazim kesên wiha texsîvaniyê bikin. Tiştên hatin serê min, travmayek anîn serê min. Tê xewna min. Piştî bûyerê Klînîka Psîkyatriyê ya Nexweşxaneya Dokuz Eylulê ji bo razanê qeyda min çêkir. Ez li benda dora xwe me. Ez dixwazim bi têkoşîna xwe bihêz bibim. Ji bo kiryar bê cezakirin çi ji destê min bê ez ê bikim. Ez dixwazim bibim dengê hemû jinan." 
 
MA / Semra Tûran