Jinên DEM Partiyî wê ji bo azadî û wekheviyê li qadan bin

  • jin
  • 09:50 1 Tebax 2024
  • |
img
STENBOL - Endama MYK'ê Semîha Şahîn ku têkildarî kampanyaya "Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in, em xwe birêxistin dikin" a Meclisa Jinan a DEM Partiyê daye destpêkirin axivî, diyar kir ku ew ê li her derê daxwazên jinan ên wekhevî û azadiyê bînin ziman û dest ji van daxwazan bernedin. 
 
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) di civîna 20’ê Tîrmehê ya li Enqereyê de ragihandibû ku wan bi dirûşmeya “Em di jiyana azad û wekhev de israr dikin, xwe birêxistin dikin” kampanyayek dane destpêkirin. Meclisa Jinan a DEM partiyê ku li gelek bajaran bi konferansan dest bi kampanyayê kir, aramnc dike ku pêkhateya jinan û rxistinbûyînê xurt bike. Endama Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê Semîha Şahîn li ser xebatên kampanyayê axivî. 
 
Şahînê anî ziman ku wan wekî Meclisa Jinan a DEM Partiyê kampanyayeke ku wê 6 mehan dewam bike plan kiriye. 
 
JIN Û TECRÎD
 
Şahînê da zanîn ku li dijî polîtîkayên mêtîngeriyê yên desthilatdariya AKP-MHP'ê têkoşîna topyekûn esas digirin û got: "Li her qadê li hemberî jinan, beden û keda jinê şîdet, îstîsmar û nenasîna nasnameya jinê heye. Welat bi tevayî veguheriye girtîgehekê. Rejîma tecrîdê li her qadê xwe dide der. Tê xwestin ku jin bên tecrîdkirin."
 
Şahînê bal kişand ser wê yekê ku polîtîkayên AKP-MHP'ê yên li hemberî jinan li hemû qadên jiyanê belav bûne û got: "Meclisa Jinan a DEM Partiyê vî tiştî dibêje, 'Em ê li her qadê dest ji bilêvkirina daxwaza azadî û wekheviya jiyana xwe bernedin. Di vê mijarê de em bi israr in.' Li gel hin kêmasiyan û 20 salên desthilatdariya AKP'ê jî yên ku herî zêde li ber xwe didin jin in. Lê belê tenê berxwedan têrê nake, serkeftin jî divê. Ji bo vê jî em vê wekî hêza xwe ya xweparastinê ya sereke û rêxistinbûyîna xwe pênase dikin." 
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ XIZANIYÊ
 
Şahînê diyar kir ku armanca wan e we ku jin hem li meclisê hem jî di nava partiyê de bi awayekî bihêztir bên cem hev du û îşaret bi têkoşîna li dijî xizaniya jinê kir. Şahînê diyar kir ku li Tirkiyeyê xizaniyeke gelekî kûr heye û got ku yên herî zêde bandorê ji vê xizaniyê digirin jî jin in. Şahînê da zanîn ku li dijî xizaniya jinê xaleke taybet di beyannameya wan de heye. 
 
Şahînê bilêv kir ku çar aliyê welêt di nava şer d eye û yên herî zêde bandorê ji vê digirin jî jin in û got: "Lewma divê pêşî li welatê me tevgereke li dijî şer bê avakirin û ji bo vê wê hewldanên me çêbibin." 
 
Şahînê diyar kir ku tevî van geşedanan hemûyan ew serdestiya mêr a di nava partiyê de jî ji bîr nakin û got ku gava ew meclisên jinan birêxistin dikin ew li dijî serdestiya mêr a di nava partiyê de jî têdikoşin.