Hevşaredarên jin civiyan: Em xwe ji feraseta desthilatparêz biparêzin

  • jin
  • 10:20 1 Tebax 2024
  • |

WAN - Hevşaredarên jinên DEM Partiyî li Wanê civiyan. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari wiha got: “Îktîdar, nexweşiyeke belav dibe ye. Em, ji bo nûnertiya gel li wir in. Divê em xwe ji vê feraseta desthilatparêz biparêzin.”   

 
Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Wanê “Komxebata Jinan a Rêveberiyên Herêmî” li dar dixe. Tevahiya hevşaredarên jin tev li bûn. Komxebat dê du rojan bidome.    
 
ŞEDAL BAL KIŞAND SER ‘BAJARÊN JINAN’ 
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal di destpêka komxebatê de axivî û got: “Me di şert û mercên zor û zehmet de ev destkeftiyên xwe bi dest xistin. Êrişên gelek hovane hatin kirin û li dijî jinên kurd û têkoşîna gelê kurd polîtîkayên qirêjî hatin meşandin. Lê dîsa jî bi pêşengiya gelê kurd û jinên kurd bersiveke gelek xurt dat dayîn. Îro jî destkeftiyên ku me di rêveberiyên xwecihî de me derxistine holê wê bersivê careke din dide.”
 
Bi domdarî Şedal anî ziman ku felsefeya wan a di rêveberiyên herêmî de ji bo cîhanê bûye mînak û wiha pê de çû: “Ev felsefeye,  felsefeya ‘Jin Jiyan Azadiyê’ ye. Di nav vê felsefeyê de paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û a bi nêrîna jinên azad li bajarên me xwe bi cih tîne û bi modela hevserokatiyê îro dibe paradîgmayeke civakî. Rêxistina herî mezin dê bi pêşengiya jinên kurd bê avakirin. Em ê di rêveberiyên xwecihî de xwe wisa saz bikin ku her sazî dê ji bo me bibe keleheke berxwedanê. Bajarên me dê bi nêrîna jinan bên avakirin, bi çanda kurd û kurdewarî dê bên birêvebirin. Bajarên me dê bibin bajarên ciwanan, bajarên nirxên civakî. 
 
EM Ê HER HUCREYA CIVAKÊ KURDEWAR BIKIN
 
Me xwest em bi zimanê kurdî xizmetê ji gelê xwe re bikin. Me xwest em çand û zimanê xwe li her qadê bidi xuyakirin. Lê mixabin êrişên hovane li ser zimanê me hatin kirin û xwestin zimanê me jê bibin. Lê ez bawer im wan hîna têkoşîna me fehm nekiriye. Ne tenê li ser tabelayekê, ne tenê li ser cadeyekî, em ê her hucreya civakê kurd û kurdewar bikin. Em ê zimanê xwe bi pêş ve bibin, em ê govenda xwe bigirin, em ê fîstanên xwe li xwe bikin, cilên xwe yên kurdewarî li xwe bikin.”  
 
TURKOGLÛ: 'BIJÎ SEROK APO' SÛC NÎNE
 
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû jî bal kişand ser neçareserkirina pirsgirêka kurd û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Turkoglû, wiha got: “Yên di mijara pirsgirêka kurd de di polîtîkayên şer de israr dikin, operasyonên qirkirina siyasî didomînin. Ev meseleye ji pergala tecrîdê ya li Îmraliyê cuda nîne. Girankirina tecrîdê, mercên faşîzmê hêj girantir dike. Gihiştiye astekî wisa ku biryarê didin bê ka dê kurd çi li xwe bikin, çawa biaxivin, bi kîjan zimanê xeber bidin û çawa govendê bigerînin. Dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne. Di vê mijarê de biryarên darazê hene. Bi krîmînalîzekirinê re ziman û çanda kurdî nabe sûc.” 
 
HATÎMOGÛLLARI: NÛNERTIYA WEKHEV XETA ME YA BINEVŞ E
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî ev tişt anî ziman: “Di rêveberiyên me de hevserokatî û nûnertiya wekhev şertê me yê sereke ye. Me got; ‘Hevserokatî û nûnertiya wekhev xeta me ya binevş e.’ Me ji bo vê gelek bedel dan. Em bi 78 hevşaredarên jin re ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn bûne mînak. 
 
Em li dijî zîhniyeta mêrê serdest têkoşiyan lê hêj ne di asteke wisa de ne ku bibêjin em bi ser ketin. Em mecbûr in bi ser kevin. Ji ber ku her qada feraseta mêrê serdest, îktîdarperest derfetê dibîne, her kêliya ku dibîne tevgera jinan qels bûye dê derkeve pêşberî me. Îktîdar, valahiyan pir baş dadigirin. Lewma zindîbûna tevgera me girîng e. Di vê mijarê de berpirsyartiya herî mezin dikeve ser milên we ku hûn hevşaredarên herêman e. Ji ber ku hûn nûnertiya vîna jinan dikin. Her gavekî we dê ji bo wî bajarî bibe mînak. Em ne tenê em in. Kesên hatin hilbijartin ne tenê xwe ne, her wiha jinên ku nûnertiya wan dikin in. Lewma divê em her gava xwe bi baldarî biavêjin û peywirên me yên girîng hene. 
 
HIŞYARIYA ‘DESTHILATPARÊZIYÊ' 
 
Desthilat, nexweşiyeke. Nexweşiyeke xedare ku belav dibe. Dema em wan meqaman bi dest dixin, dibêjin qey li cîhanê kesên yekane û herî girîng in. Lê ne wisa ye, em ji bo nûnertiya gel li wir in. Em ji bo daxwazên gel, ji bo hewcehiyên wan li wir in. Divê em jin xwe ji nexweşiya feraseta desthilatê biparêzin. Rêya vê jî ew e ku ji hêla îdeolojiyê ve serwext bin, baş bi paradîgmaya xwe bizanin û baş bixin pratîkê. Nexwe em ê nekarin pêşî li sînor û bandorên neyînî yên îktîdarê bigirin. Divê em bi tu awayî rê nedin ku feraseta mêrê serdest me ji pratîkên me bikin. Hêviya me ya herî mezin a ji hevşaredarên jin ew e ku pratîka rêveberiyên herêmî tax bi tax bi temamiya jinan bidin fêmkirin.” 
 
KOOPERATÎF Û NAVENDÊN JINAN
 
Divê em feraseta qeyûmperest vala derxînin. Di vê mijarê de pratîkên hinek şaredariyên me pir bilez bûn. Vekirina navendên şêwirmendiyê yên jinan pir zû vekirin û gavekî girîng bû. AVakirina xetên Alo Tundiyê heta navendên şêwirmendiyê yên jinan, avakirina kooperatîfên hilberînê, bazarên jinan û her cureyên xebatên din di serî de hevşaredar, di berpirsyartiya rêveberiyên şaredariyan de ne. Divê li hemberî êrişeke wiha ya şênber, em jî bersivên şênber bidin. 
 
ÊRIŞÊN LI DIJÎ ZIMAN Û GOVENDA KURDΠ
 
Li ser govendên li ber stranên gundî tên gerandin, operasyonek heye. Em ji vir bang li îktîdarê dikin; em ê bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin, stranan bibêjin, bireqisin, govendê bigerînin, bi zimanê dayikê xewnan bibînin, hestên xwe bi zimanê dayikê bijîn. Dê tu hêz nekarin me ji zimanê me yê dayikê qut bikin. Nêzî 30 milyon kurd hene û em wê feraseta zimanê wan ê dayikê qedexe dike qebûl nakin. Di vê mijarê de banga min ji bo hemû rêveberiyên herêmî ye; di nava sînorên wê şaredariyê de çend ziman hebin xizmetê bi wan zimanan bikin. Xebatên ziman û çandî yên wan zimanan bi destê rêveberiyên herêmî bidomînin.” 
 
Komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.