‘Êrişên li ser kurdî parçeyeke polîtîkaya şerê taybet e'

  • jin
  • 09:02 4 Tebax 2024
  • |
AMED - Li Amedê jinan diyar kir ku êrişên li ser zimanê kurdî û çanda kurdî parçeyeke polîtîkaya şerê taybet in û xwestin li dijî vê zilmê bertek bên nîşandan. 
 
Li Amedê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û Enstîtuya Kurdî ya Amedê li dijî êrişên li ser kurdî çalakiyan li dar dixin. Jinên beşdarî çalakiyan bûn, bertek nîşanî êrişên li ser kurdî dan. 
 
Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Fatma Taşli Tûnç, destnîşan kir ku êrişên tên kirin ne nû ne û got ku polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê bi sedan sal in didomin. Tûnçê li dijî van polîtîkayan îşaret bi girîngiya yekitiyê kir û got: "Wê kes mafên em berpêşî me neke. Maf nayên dayîn, tên stendin. Em ê mafên xwe bi têkoşînê bistînin. Divê gelê kurd li dijî vê zilmê bêdeng nemîne." 
 
'PARÇEYEKE POLÎTÎKAYA ŞER E'
 
Perî Kayayê jî diyar kir ku êrişên li ser zimanê kurdî û çanda kurdî parçeyeke polîtîkayên şer e û got: "Divê gelê kurd xwedî li zimanê xwe derkeve. Ger em xwedî lê dernekevin em ê tune bibin." 
 
Fatma Bûdak Gulerê jî destnîşan kir ku ziman û çanda hebûna miletekî ne û xwest gelê kurd li dijî van polîtîkayan li her derê xwedî li zimanê xwe derkeve.