‘Em hewl didin jinan bêhtir tev li hemû qadên jiyanê bikin’

  • jin
  • 09:54 4 Tebax 2024
  • |
img
WAN - Hevşaredarên jin ên DEM Partiyî yên tev li komxebata li Wanê bûn, diyar kirin ku ji bo vekirina saziyên jinan ketine nava liv û tevgerê. Hevşaredaran gotin ku ew bi xebatên xwe hewl didin jinan daxilî hemû qadên jiyanê bikin. 
 
“Komxebata Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk” a Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Wanê li dar dixe didome. Hevşaredarên jin ên tev li komxebatê bûne diyar kirin ku tevî astengkirinan jî xebatên wan ên di qada jinê de didomin. 
 
Hevşaredara Peyas a Amedê Bêrîvan Sîncar diyar kir ku nebûna stargeh, navendên piştevaniyê û qadên xweparastinê yên jinan ên li dijî tundiyê, rê li ber texrîbatan vekiriye. Sîncar, destnîşan kir ku qeyûman saziyên jinan ji bo qadên cuda tehsîs kirine û wan li dijî vê pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin. Sîncar, wiha domand: “Ev pêvajo didome. Me di mijara veguherîna saziyan de çendek gav avêtin. Weke karê destpêkê bi avakirina Navendên Piştevaniya Jinê re li dijî polîtîkayên tundiyê û di mijara piştevaniya psîkolojîk-sosyolojîk de hinek xebat hatin destpêkirin. Her wiha ji bo dîsa vekirina Malên Piştevaniyê yên Jinan, me pêvajo da destpêkirin.” 
 
'HEVDÎTINÊN ME YÊN BI DÎNAMÎKÊN BAJAR RE DIDOMIN’ 
 
Di berdewamê de Sîncar anî ziman ku ji bo pêşîlêgirtina xizaniya jinê weke şaredarî wan lez dane xebatên xwe. Sîncar, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me starta qada bazarê ku jin bikarin berhemên xwe yên dest lê bifiroşin da. Bi vê projeyê re dê tora piştevaniya jinê hêj xurtir bibe. Jin dixwazin ku astengiyên li pêşiya aboriya malê û daxilbûna wan a jiyana civakî bên rakirin. Di vê çarçoveyê de jî xebatên me yên atolyeyê didomin. Di xebatên din ên bi dînamîkên bajar re em mijarên weke pirsgirêka kar, îstîhdamkirina jinan û hwd. nîqaş dikin.” 
 
'EM TAWÎZÊ NADIN’
 
Sîncar, got ku îktîdara AKP’ê li pêşiya xizmetên rêveberiyên herêmî astengiyan derdixîne lê şaredariyên DEM Partiyî dê di vê mijarê de tawîzê nedin. Sîncar, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şaredariya Peyasê ji bo sûka ku keda jinê lê tê pêşandan xebatê dimeşîne. Dê tê de 43 esnaf û bufeyek hebe, qursên pîşeyî, qursên hobiyan û perwerdeya zarokan lê hebin. Me du saziyên girêdayî çandê jî bi biryara meclisê girêdayî midûriyeta jinê kirin û hedefa me ew e ku di mijara civakî, siyasî û aborî de tevlibûna jinan xurtir bike. Me pêvajoya hiqûqî ya Parka Ekîn Ceren da destpêkirin. Kooperastîfa Piştevaniyê ya Ekîn Ceren dê di demekî kin de dîsa bikeve xizmetê.” 
 
'XETA ALO TUNDÎ’ HATE VEKIRIN
 
Hevşaredara Cizîr a Şirnexê Guler Tunç jî da zanîn ku xebatên meclisên jinan berdewam in. Tunç, ev tişt anî ziman: “Me meclisên xwe yên jinan vekir, bi pêşengtiya lijne û koordînasyonên xwe civînên xwe yên heftane li dar dixin û nexşerêya dema pêş dixin meriyetê. Me niha karûbarên xeta ‘Alo Tundî’ temam kirin û xet vekir. Dê di rojên pêş de bikeve meriyetê. Ji 765 xebatkarên şaredariyê tenê 82 jê jin in. Qeyûman, jin şaredariyê dûr xistine. Em pergaleke nû ava dikin. Midûriyeta me ya jinan niha çalak e lê di rojên pêş de dê di gelek yekîneyan de jin hebin. Em ê bi jinên li taxan, jinên esnaf re bên gel hev û bajarê xwe bi hev re birêve bibin.” 
 
Hevşaredara Gimgim a Mûşê Gulbahar Kaya jî da zanîn ku qeyûm, Navenda Şêwirmendiyê ya Jinê ji bo 20 salan daye Weqfa Piştevaniya Civakî û wan jî pêvajoya hiqûqî daye destpêkirin. Kaya, destnîşan kir ku di xebatên xwe de ji ewil jinê esas digirin û wna Mala Bêhnvedanê ya Jinê ava kirine. Kaya, diyar kir ku ji bo jin bêhtir tev li jiyana civakî bibin ew xebatên xwe didomînin.