Jinek li Mêrsînê hate kuştin

  • jin
  • 12:58 5 Tebax 2024
  • |
img

MÊRSÎN - Li Mêrsînê Pinar Bayrak ji aliyê hevjînê xwe Ziya Ecer ve hate qetilkirin. 

Li bajarê Mêrsînê Pinar Bayrak (26) ji aliyê hevjînê xwe Ziya Ecer ve hate qetilkirin. Li gorî agahiyên ku ji xizmên Bayrak hatine wergirtin; Ziya Ecer her tim bi awayek sîstematîk tundiyê li hevjîna xwe dikir û duh jî bi rêbaza îşkenceyê ew qetil kiriye. 
 
Piştî bûyerê cîranan agahî dan tîmên tenduristiyê û tîm hatin cihê bûyerê û cenazeyê Bayrak birin morga nexweşxaneyê. 
 
Piştî otopsiyê cenazeyê Bayrak ji bo definkirinê anîn bajarê wê navçeya Silopiya ya Şirnexê. Cenaze şevê din li goristana navçeyê hat definkirin. 
 
Hate zanîn ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û Ziya Ecer hatiye binçavkirin. 
 
Hate diyarkirin ku Pinar Bayrak dayika sê zarokan bû.