Jinên Iraqî û êzidî: Guhertina Qanûna Rewşa Şexsî êrişeke li dijî mafên jinan e

  • jin
  • 11:00 13 Tebax 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Iraqî û êzidî diyar kirin ku hewldanên ji bo guherandina “Qanûna Rewşa Şexsî” ya li Iraqê, êrişeke li dijî mafên jinan e û wiha gotin: “Divê hêj ev qanûne nehatiye guherandin bi temamî bê rakirin. Banga me ji sazî û dezgehên li Iraqê ji bo mafên jin û zarokan têdikoşin ew e ku li dijî vê dengê xwe bilind bikin.”  

Hêzên Şîe yên li Parlamentoya Iraqê guhertinek ji bo “Qanûna Kesî” pêşniyar kirine ku têde mafê xwedîtiyê ji dayikan tê standin ku ev jî zewaca zarokên 9 salî rewa dike. Hiqûqnas û çalakvan dibêjin, qanûn mafên jin û zarokan binpê dike û dibe sedema parçebûn û zêdebûna tundiyê di nava civakê de.

Hewldanên ji bo sererastkirina “Qanûna Rewşa Şexsî” ya Iraqê berdewamin û li hember wê jî helwesteke tund ji bo rawestandin û bidawîkirina vê sererastkirinê heye.

Jinên iraqî û êzidî der barê hewldanên ji bo guhertina qanûnê daxuyaniyeke hevpar dan.

Daxuyanî wiha ye: “Li Parlementoya Iraqê guhertina di Qanûna Şexsî ya Jimara 188 a sala 1959’an li Iraqê de tê nîqaşkirin ku têde guhertin bên kirin. Di zagonên Iraqê de cih ji mafê jinan re nîne. Zagonên heyî de jî azadiya jin û wekheviya di navbera zayendan de îfade nakin. Hemû zagon bi destê mêr, bi aqlê mêr tên nivîsandin û erêkirin. Guhertina di vê zagonê de jî herî zêde jiyana jinan dixe bin metirsiyê. Zagonên ji bo jin, zarok û mafê wan bi destê mêr tên amadekirin. Yê ku vê nîqaş dike û dide guhertin jî cardin mêr û aqlê dewletê ye.

 
ZEWACA ZARORKEK KEÇ A 9 SALÎ QIRKIRIN E
 
Em guhertina di vê zagonê de tê nîqaş kirin wekî metirsiya li ser jiyana her jinekê di hundirê Iraqê de dijî digrin dest û wisa dibînin. Di rewşa heyî de jin bi tu awayî ji bo jiyana xwe, ji bo parastina mafên xwe ne xwedî tu mafî ye. Newekheviya dewlet di navbera mêr û jin de bi rêya zagonên mîna vê dide avakirin, ev zêdetir maf dide mêr li ser jin bibe xwediyê gotinê. Li Iraqê jî jiyana jinan li her qada jiyanê di bin metirsiyê de ye. Di aliyê siyasî, aborî, perwerdehî û zagonî de mafê jin tên binpêkirin. Rewakirina zewaca zarokeke keç a 9 salî, qirkirin e. Di şexsê jinê de qirkirina civakê ye. Zewaca zarokek a 9 salî kuştina jiyanê ye.
 
Ev guhertina di vê zagonê de bê çêkirin wê bi awayekî fermî rê li ber zewaca zarokên keç ên di temenê 9 salî de veke. Rewakirina vê, wê bibe sedema kuştina jin û zarokên keç di aliyê fîzîkî, derûnî û civakî de.
 
LI ŞÛNA GUH BIDIN DENGÊ JINÊN AZADÎXWAZ, QIRKIRINÊ NÎQAŞ DIKIN
 
Em di sedsala 21’emîn de ne ku ev sedsal sedsala azadiya jinê ye. Li tevahiya cîhanê jin bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ têdikoşin û li dijî zîhniyeta desthiladar a baviksalar li ber xwe didin. Li şûna ku Iraq guh bide dengê jinên azadîxwaz, berovajî wê qirkirina jin nîqaş dike û dixwaza pêk bîne. Em guhertina zagonên kesî di perlementoya Iraqê de, êrîşek li dijî têkoşîna jinan dibînin.
 
BANGA JI BO SAZÎ Û DEZGEHAN
 
Em wek jinên Iraqî vê biryarê bi tundî red dikin û şermezar dikin. Pêwîste beriya guhertina vê zagonê demil dest bê batal kirin. Em bang li hemû sazî û rêxistinan ên ji bo mafê jin û zarokan di hundirê Iraqê de têdikoşin dikin li dijî vê dengê xwe bilind bikin. Cihê zarokên keç yên 9 salî ne zewac, zarok anîn û mal e. Cihê wan lîstok, park, kolan û dibistane.”