Ji SES'ê semînerên tenduristiyê yên bi zimanê dayikê

  • jin
  • 09:53 14 Tebax 2024
  • |
AMED - Meclisa Jinan a Şaxa SES a Amedê, li gundên Amedê dest bi semînerên tenduristiyê yên bi zimanê dayikê kirin. Tenduristkar Rezan Akyel got ku xizmeta bi zimanê dayikê dermankirin û teşxîsdanînê hêsantir dike. 
 
Meclisa Jinan a Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) a Amedê, tevî şaredariyan li gelek deverên bajêr semînerên tenduristiyê yên bi zimanêd ayikê didin. Ji meha Gulanê ve li Peyas, Çonar, Yenîşehîr û Rezanê tenduristkar bi jinan re tên cem heve û têkildarî pençeşêra pêsêran û teşxîsa pêşwext de diaxivin. 
 
Endama Meclisa Jinan a Şaxa SES a Amedê Rezan Akyel têkildarî xebatên dane destpêkirin û girîngiya bi zimanê dayikê mafê tenduristiyê axivî. 
 
Akyel bilêv kir ku tenduristî divê bi awayekî hiyerarşîk û bi rêkûpêk bê kirin û got ku divê bibe civakî. 
 
Akyel diyar kir ku tişta ew jê re dibêjin civakîbûn di esasê xwe de divê bi ziman, çand û jiyana kes re tevde esas bê girtin û got: "Di çarçoveya xebatên me de, cihê em çûnê warê kurdan bû. Diyaloga diviyabû me bi mirovan re deyne diviyabû bi zimanê wan bûya. Gava semîner bi zimanê dayikê bên dayîn encamên baş tên stendin. Gava tu bi zimanê dayikê pêwendiyê bi kes re datînî, kes xwe baştir îfade dike û teşxîs baş tê danîn." 
 
Akyel bilêv kir ku di semîneran de behsa pençeşêra pêsêran û û awayê dermankirina wê dikin. 
 
Akyel destnîşan kir ku divê di tenduristiyê de xizmet bi zimanê dayikê bê dayîn û got ku tenduristî tenê ne rihetiay fizîkî ye, ji bo mirov pirgirêkê baş fêm bike divê mirov bi ziman û çanda nexweş jî zanibe. Akyelê bilêv kir ku gava tenduristka rbi zimanê nexweş nizanine der barê nexweşînê de kêm serwext dibe. 
 
Akyel da zanîn ku wê semînerên bi zimanê dayikê bidomin û got: "Em ê dest ji semînerên bi zimanê dayikê bernedin û heya xizmeta tenduristiy ya bi zimanê dayikê neyê dayîn em ê bitêkoşin."