Rouhî Shafîî: Gava şerê me bideng dibe, dinya xwe li bêdengiyê datîne

  • jin
  • 09:06 15 Tebax 2024
  • |
img
WAN  - Damezrînera ICAVI'yê Roûhî Shafîî ku bertek nîşanî darvekirinên ji ber çalakiyên "jin, jiyan, azadiyê" da, got: "Li cîhanê mirov pir zû qewimînan ji bîr dikin. Gava em dengê xwe bilind dikin piştgiriyê didin me, lê gava şerê me bêdeng dibe xwe li bêdengiyê datînin." 
 
Li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ku têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên rejîma Îranê di meha Tîrmehê de hat weşandin, 55 girtî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin. Piraniya van bi hinceta beşdarî çalakiya “Jin, jiyan, azadî” ya ku piştî qetilkirina Jîna Emîniyê dest pê kirin, hatine dayîn. Li gorî raporê ku rejîma Îranê her diçe cezayê darvekirinê zêde dike, di meha Tîrmehê de herî zêde darvekirin li girtîgehên parêzgehên Xorasana Başûr û Xorasana Rezewî hatine kirin. Herî dawî li parêzvanên mafên jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammediyê jî cezayê darvekirinê birîn.
 
Damezrînera Koalîsyona Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Piştî Koçberiyê (ICAVI) û endama Kampanyaya Cinayetên Namûsê Rawestînin Roûhî Shafîî, têkildarî cezayên darvekirinê yên li girtiyan tên birîn ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
 
Shafîî da zanîn ku rejîma Îranê dixwaze civakê biek yekreng û bi taybetî jî vê polîtîkayê di ser jinan re dimeşîne. Shafîî got: “Jinên Îranî li Rojhilata Navîn, bûne yekemîn jin di warê azadiya cilûbergan, derfeta xwendina zanîngehê, mafê dengdanê di hilbijartinan de û azadiya bidestxistina karê ku dixwazin. Lê belê rêberê olî yê Îranê Alî Xamineyî û alîgirên wî nikarîbûn vê yekê tehemûl bikin û mîna Talîbanê hedefa wan a yekem jin bûn. Ev têkoşîna jinên Îranî yên xwenda, ku dizanin çi dixwazin, li dijî Xamineyî û alîgirên wî, ku bi salan e berdewam dike, berî tevgera 'Jin, jiyan, azadî' ya ku piştî kuştina Jîna Emînî dest pê kir, dest pê kiribû." 
 
Shafîî da zanîn ku "Jin, jiyan, azadî" berdewamiya têkoşîna jinan a li dijî zext û tundiyê ye ku bi salan e tê meşandin û got ku divê her kes piştgiriyê bide têkoşîna jinên Îranê. Shafîî got: “Bi binçavkirin û kuştina jinan hewl didin jinan bitirsînin. Lê sond dixwim wê bi kêrî tu tiştî neyê. Mixabin, mirovên li çaraliyê cîhanê xwedî bîranînên demkî ne û tiştan zû ji bîr dikin. Dema em dengê xwe bilind dikin piştgirî didin me û dema şerê me bêdeng dibe xwe li bêdengiyê datînin." 
 
‘JIN LI DIJÎ REJÎMÊ TÊDIKOŞIN'
 
Shafîî da zanîn ku rejîma Îranê “rejîmeke kûklayî ye" û destnîşan kir ku tu hêz û hukmeke rejîma Îranê ya li ser jinan nemaye. Shafîî da zanîn ku jinên li Îranê ji bo azadiyê têdikoşin wê pêşengiya azadiya jinên cîhanê bikin û got: “Jinên leheng ên Îranê li dijî rejîma bingehîn ku welatê me dagir kirine, tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedan. Niha jin xwe amade dikin ku dîsa li hundir û derve kom bibin û daxwazên xwe pêk bînin. Jixwe mafê nenixumandina serî bi dest xistine û tevî her cure gef, ceza û cezayên girtîgehê li kolanên bajarên mezin bi awayekî azad dimeşin. Ez we piştrast dikim ku jinên Îranî wê bibin pêşengên azadiya hemû jinên Rojhilata Navînê."