Jinên wanî daxwazên xwe ragihandin şaredariyarê

  • jin
  • 09:03 18 Tebax 2024
  • |
WAN - Li Wanê jinan bal kişand ser texrîbatên ku qeyûman çêkirine û daxwazên xwe ragihandin şaredariyên DEM Partiyê. 
 
Li Wanê pirsgirêkên şaredariyên ku 8 salan ji aliyê qeyûman ve hatin birêvebirin, kirin ku tu tişt neyê kirin. Lê piştî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat ser kar, xebatên ji bo çareserkirina pirsgirêkan dest pê kirin. Li Wanê li gelek taxan pirsgirêkên wekî av, binesaziyê hene û jin dixwazin şaredarî di serdema nû de ji pirsgirêkan re çareseriyan bibînin. Jinan diyar kir ku divê bi taybetî ji bo jin û zarokan xizmet bê kirin û xwestin ku li taxan kurs, lîstik û tesîsên civakî bên çêkirin.
 
KURSÊN KURDÎ Û KREŞAN DIXWAZIN
 
Nûrtaç Akçakaya ku li Taxa Beyuzumu ya navçeya Tûşbayê dijî, diyar kir ku li taxê pirsgirêkên çûnûhatinê û binesaziyê hene. Akçakayayê wiha got: “Cihekî ku zarok biçinê û bilîzin tune ye. Ji bo zarokan pêdiviya me bi bi park û qadên civakî heye. Dîsa divê bufeyên nan bên avakirin. Gihaniya li taxan pirsgirêk e. Em bi saetan li bendê ne ku wesayîtek biçe cihekî. Ger ji bo jinan kurs, bi taybetî kursên kurdî bên vekirin em ê hemû beşdar bibin. Dîsa divê demildest ji bo zarokên me kreşên kurdî bên avakirin. Niha hevşaredareke me ya jin heye û em dikarin bi rihetî fikarên xwe bînin ziman. Ji bo me hevserokên jin gelek girîng in. Ji ber vê sedemê em dixwazin em ji aliyê kesên ku em wan hildibijêrin ve bê birêvebirin.”
 
Nazan Akçakaya jî diyar kir ku divê bi lezgîn li taxên wan kursên jinan bên vekirin û got: “Piraniya dema me li malê derbas dibe. Ger kursa dirûtinê û xişirtiyê bê vekirin, em ê biçin wir". Besna Apak a li Taxa Altintepe ya navçeya Tûşbayê dijî jî wiha got: "Em rêyeke meşê, cihê rûniştin û sohbetê û ji bo zarokên xwe qadên lîstikê dixwazin. 30 sal in em li vê taxê dijîn, lê pirsgirêk bi dawî nabin. Sewqiyata taxê tune. Zarokên me ber bi cihê xwe ve dimeşin. Bila erdên vala yên taxê ji bo me binirxînin. Li taxê gelek xwendekar hene û mirov dikare ji bo wan navendeke xwendinê çêbike." 
 
DAXWAZÊN JINAN
 
Necla Apak jî wiha axivî: “Li taxê gelek jinên nexwende hene. Her wiha jinên destkarıya wan heye ji hene. Sazî ji ber ku dûr in nikarin van qanbilıyetön xwe bııdn der. Ji bo jinên kedkar ger cîhek hebe ku karibin zarokên xwe lê bihêlin, wê baş be."
 
Elmas Abaka jî anî ziman ku qeyûm li taxên wan tu kar nekiriye û bendewariyên xwe yên ji şaredariyê bilêv kirin. Abakayê got: “Em ji bo vir wesayîtên çûnhatinê dixwazin.Market pir dûr in, heya em diçin marketê gelek wextê me diçe. Em jin dixwazin li taxê kursên dirûtinê hebin. Em dixwazin rêyên taxên me bên çêêkrin." 
 
Berfîn Akbaş a ku amadekariya ezmûnê dike û li taxa xwe navendeke xwendinê dixwaze, wiha got: “Ji ber ku navnedên xwendinê pir dûr in, bi taybetî zivistanê pir zehmetiyê dikişînim. Li taxê gelek kesên amadekariyên ezmûmnê dikin hene, lê navendeke xwendinê tune ye."