TAJÊ û TJA berxwedana jinên Hindistanê silav kirin

  • jin
  • 15:29 18 Tebax 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên jinan TAJÊ û TJA’yê têkoşîn û berxwedana jinan a li Hindistanê, ku piştî destdirêjiya li jinek bijîşk hat kirin û qetilkirin dest pê kir silav kirin û ev peyam dan: “Em zanebûna xweparastinê birêxistin û bihêztir bikin.”

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Tevgera Jinên Azad (TJA), xwepêşandana jinan a li Hindistanê yên ku piştî destdirêjiya li jinek bijîşk hat kirin û qetilkirin dest pê kir silav kirin û peyama xurtkirina têkoşîna rêxistinî hat dayîn.
 
Di nameya TAJÊ de wiha hat gotin: "Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi ruhê Jin Jiyan Azadî we jinên Hindistanî silav dikin.Di dîrokê de jin bi ked û fikrê xwe jiyan avakirine. Lê belê  zihniyeta baviksalarî ya 5 hezar sal her kêlî di kesayeta jin de jiyanê dikuje û qir dike. Her wiha ev zihniyet, zihniyeta destdirêjiyê ye. Di cîhanê de jin ji hêla fikrî, hestî, bedenî ji hemû milan ve rastî destdirêjiyê tên. Asta tundiya heyî ya nav malê, kolanê, dibistanê û li her derê, bê mafî li ser jinan tê ferzkirin.
 
Em zanebûna xweparastinê birêxistin û bihêztir bikin da ku em zihniyeta zayendperestiyê bişkînin û sedsala 21’emîn bikin sedsala azadiya jin.Em têkoşîna we ya jinên bedew  a li Hindistanê bi baldarî dişopînin û bi nirx dibînin. Bi taybet çalakiya bi hezaran jinan a bi pankart bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî menewiyetek da me, em kêfxweş kirin. Têkoşîn û dîmenên gelek bi wate bûn. Îro felsefaya Jin Jiyan Azadî ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan diyarî hemû jinan kiriye, li cîhanê bi fikir, ruh û hestên azadîxwaz belav dibe. Felsefeya Jin-Jiyan-Azadî bi qasî ji bo me jinan hêz, moral û serketinek dîrokî ye, ewqas jî ji bo deshilatdaran binkeftin e. 
 
Cardin em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkoşîna we ya ji bo jiyanek azad, bi rûmet dibînin û têkoşîna we silav û pîroz dikin.”
 
‘DIRÛŞMEYA JIN JIYAN AZADÎ FELSEFEYA JIYANA AZAD E’
 
Di nameya TJA’ê de jî ev peyam hatin dayîn: “Birêz xwişkên me yên Hindistanê, destpêkê têkoşîna we ya li dijî destdirêjiyê didome, weke jinên TJA’yê ji Kurdistanê em silav dikin. Xaka me ya ku di dîrokê de bûye şahidê şaristaniyên herî xweş, mixabin îro şahidiyê ji tecawizên bi zihniyeta patrîarkal û qetlîamên jinan re dike.  Ev sîstema zalim ku ji derveyî hevjîn, dayik û destgirtiya mêr, naxwaze nasnameya jinan di jiyanê de bibîne, bi tecawiz û qetliaman şer li dijî nasnameya jinên azad vekiriye.
 
Weke ku we jî di têkoşîna xwe de diyar kir, dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ felsefeya jiyana azad e. Jiyan jin bi xwe ye divê jiyan azad be, qetilkirina jinan qetilkirina jiyanê ye. 
 
Her çend em di erdnîgariyên cuda û çandên cuda de dijîn jî heqîqeta jinbûnê sînoran nêzî me dike. Hêrs û têkoşîna we pêwîstiya ku divê piştevaniya jinan bibe gerdûnî careke din nîşan da. Destdirêjiya ku li jinek Hindistanî hat kirin, tê wateya ku li jinek Kurdistanî jî hatiye kirin. Têkoşîna jinên Hindistanê hêzê dide têkoşîna jinên Kurdistanê. Em dizanin felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ di pêşengiya me jinan de bangeke ji bo azadiya jiyanê ye û em vê têkoşînê careke din bi rêzdarî silav dikin.”