Li Edeneyê jinek hate qetilkirin

  • jin
  • 12:58 30 Tebax 2024
  • |
img

EDENE - Li navçeya Yûmûtalikê Murat Durust, Ayşe Durust a pê re zewicî bû, qetil kir.   

 
Li navçeya Yûmûrtalik a Edeneyê zilamê bi navê Murat Durust, Ayşe Durust a pê re zewicîbû û ji ber tahdeya domdarî ji malê derketibû, qetil kir. 
 
Di 28’ê tebaxê de bûyera li taxa Dervişyeyê pêk hatiye de Murat Durust, Ayşe Durustê ji serê wê birîndar kir. Ayşe Durust a ji ber birîna serê xwe rewşa wê giran bûye, bi ambulansa hatiye li cihê bûyerê, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yûmûrtalikê. Ayşe Durust tevî hemû mudaxileyan nehat xelaskirin. 
 
Faîl Murat Durust piştî qetilkirinê hatiye binçavkirin, ji hêla dadgeha lê hateye darizandin şandin girtîgehê.