Hatîmogûllari: Ji bo aştiyê divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin

  • jin
  • 15:48 1 Îlon 2024
  • |
img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku ev yek dê rêya aştiyê veke.” 

Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li Stenbolê bi Dayikên Aştiyê re hevdîtin li dar xist. Hevdîtin li Okmeydaniyê li eywaneke dawetan hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Parlamentera Stenbolê Ozgul Sakî û gelek jin tev li bûn. 
 
Li eywanê pankartên “Li dijî şer aştiyê, li dijî tecrîdê em azadiyê biqîrin”, “Em ji bo jiyana azad û wekhev biisrar in. Em li dijî şeran e” û “1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê pîroz be” hatin daliqandin. Yangoz, ji ewil axivî û 1’ê Îlonê li her kesî pîroz kir. 
 
‘DÊ DAYIK AŞTIYÊ BÎNIN’
 
Ji Dayikên Aştiyê Sabîha Bozan jî destnîşan kir ku dê dayik her tim aştiyê biparêzin û got: “Şert û merc çawa dibin bila bibin, em ê her tim aştiyê biparêzin. Em ê rojekê teqez aştiyê bînin vî welatî.” Ji Dayikên Aştiyê Bedîa Gokgoz jî got ku ew aştiyeke birûmet dixwazin û ev tişt anî ziman: “Heta tecrîd ranebe dê aştî neyê.” 
 
‘KRÎZ BER BI ŞER VE KAŞ DIKE’
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî got ku dê israra wan a ji bo aştiyê bidome. Hatîmogûllari, anî ziman ku niha li seranserî cîhanê şer û pevçûn heye û got: “Krîzên piralî yên kapîtalîzm dijî me ber bi şer ve dibin. Şerên parvekirinê yên welatan bi xwe re ji bo gelan xwîn, hêsir, koçberî, tacîz û tecawizê tînin. Heke Şerê 3’yemîn ê Cîhanê derkeve, dê mirovahî tune bibe. Dê bê wateya bikaranîna çekên nukleerî. Ev jî dê bê wateya tunekirina dinyayê. 
 
PIRSGIRÊKA KURDISTAN Û FILISTÎNÊ
 
Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 40 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan. Xelkê Filistînê yek ji gelên herî mazlum ên herêmê ye. Heta ku pirsgirêkên Kurdistan û Filistînê neyên çareserkirin dê aştî, edalet û xwişk-biratî neyê herêmê. Yek ji meseleyên herî girîng jî pirsgirêka kurd a li her çar parçeyan e. Mixabin ev 45 sal in bi çek, tundî û şer êrişî daxwazên gelê kurd kirin. Li Tirkiyeyê ji bo demekî kin be jî pêvajoyeke aştiyê çêbû. Ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk firsen derketin holê. Lê mixabin aqilê dewleta keveneperest xwe neda gel aştiyê. Di wê pêvajoyê de qereqol û kaleqol hatin çêkirin. Aliyekî nû yê şer hat birêxistinkirin. Ketina meriyetê ya ‘plana têkbirinê’ bi xwe re dawiya pêvajoya aştiyê anî. Em dibêjin ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe aştî nayê Tirkiyeyê. Divê her kesên li vî welatî li gel demokrasî û mafên mirovan, divê ji bo aştiyê berpirsyartiyê li xwe bigire. 
 
BERXWEDANA KOBANÊ
 
Têkoşîna gelê kurd, têkoşîna jinan a li Rojava bi xwe re têkçûna rêxistineke barbar a DAIŞ’ê anî. Lewma kobanê ji bo me gelek girîng e. Daxwaza gelê kurd statû ye. Vê statûyê hem li Sûriyeyê hem jî li Tirkiyeyê dixwaze. Pêşîlêvekirina statûya gelê kurd dê xizmeteke mezin ji aştiya herêmê re bike. 
 
BILA BI OCALAN RE HEVDÎTIN BÊN KIRIN
 
Tecrîda ev çend sal in li ser birêz Ocalan tê domandin, tê wateya bersiva ‘ez ê pirsgirêka kurd çareser nekim.’ Girtîgeh veguherandine îşkencexaneyan û zextên li ser girtiyên siyasî giran dibin. Ev bersiveke li dijî daxwaza aşî û xwişk-biratiyê ye. Rakirina tecrîdê dê rêya aştiyê veke. Lewma divê birêz Ocalan bikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. 
 
EM DEYNDARÊN DAYIKÊN AŞTIYÊ NE
 
Em jin, pêşengên tevgera aştiyê ne. Dayikên Aştiyê pêşengtiya vê pir baş kirin. Wan tu caran dev ji têkoşîna xwe bernedan. Em ji bo Dayikên Aştiyê gelek deyndar in. 
 
DÊ AŞTÎ TEQEZ BI SER KEVE
 
Pêdiviya me bi tevegereke aştiyê ya tu sînorên bi cetvelan hatine xêzkirin nas nake heye. Birêxistinkirina tevgera aştiyê ya mezin, erk û berpirsyartiya me ye. Dê aştî teqez bi ser keve. Aştî tê wateya wêrektiyê, hevrûbûnê û pênasekirina pirsgirêkê. Em soz didin ku dê vê bi hev re ava bikin.” 
 
Hevdîtin piştî axaftinan bi dawî bû.