Jin her hefte ji bo ‘kedê’ li parkekê tên cem hev

  • jin
  • 09:01 2 Îlon 2024
  • |
img

AMED - Jinên ku her hefte tev li “Hevdîtinên Keda Jinê” ya ji aliyê Şaredariya Peyasê ve li parkên cuda tê lidarxistin bûn, xwestin ku ji bo dîtina keda wan xebat bên berfirehkirin.

Şaredariya Peyasê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de her hefte li parkeke cuda “Hevdîtinên Keda Jinê” li dar dixe. Bi rêya van hevdîtinan berhemên ku jin bi keda xwe hildiberînin têne firotin. Her wiha ji bo zarokan jî atolyeyên perwerdeyê tên lidarxistin. Tevlibûna hevdîtinên heta niha 4 caran hatine lidarxistin zêde ye. 
 
BERDEWAMA XEBATAN DIXWAZIN
 
Yek ji jinên ku beşdarî hevdîtinê bû Neşe Ay, kêfxweşiya xwe ya ji ber xizmeta şaredariyê ku navbeynkariya firotina berhemên wê dike anî ziman û wiha got: “Em hez dikin ku roja xwe bi vî awayî bi berhemdar derbas bikin. Em ji hilberîneriyê hez dikin.” Ay, destnîşan kir ku divê heman xebat berdewam bikin. 
 
Serpîl Alparslanê jî diyar kir ku di hevdîtinan de hem desteka madî hem jî ya manewî ji bo jinan tê dayîn û got: “Girîng e ku jin li ser lingên xwe bisekinin. Em baweriya xwe bi şaredariya xwe tînin û li bendê ne ku xebat berdewam bike.”
 
Cemîle Akça, bal kişand ku şaredarî bi aktîvîteyan jin anîn bahev û ev tişt got: “Aktîvîte xweş e. Em bi jinan re tên bahev. Bi keyfxweşî derbas dibe, em bi jinan re demekî xweş derbas dikin. Dixwazin ku mayînde bibe.”
 
DAXWAZA CIHÊ BAZARÊ 
 
Saîme Ateş Mesûtoglû, bi lêv kir ku hevdîtinan firotina berhemên ku çêkirine hêsantir kirine û wiha axivî: “Rewşa min a li derve bixebitim nîne. Ez hevjîna girtiyekî siyasî me. Zarokê min jî nexweş e. Tenê dema aktîvîteyeke wiha çêdibe dikarim werim. Ev ji aliyê madî hesantir dike.” Mesûtoglû xwest ku ji bo jinan cihê bazarê û qadên hilberînê bên avakirin. 
Fatma Ay jî wiha got: “Divê herî kêm hefteyê 3 caran bê kirin. Gelek xweş û hêja ye ku keda jinê ya li malê nayê dîtin li vir tê nîşandan. Di warê aboriyê de tevkariyê li jinan dike.”
 
‘HEJMARA ME ZÊDE DIBE’ 
 
Midûra Xizmetên Malbatê û Jinan a Şaredariya Peyasê Hediye Guneş Zenger, da zanîn ku armanca wan ew e ku xwe bigihînin zêdetir jinan. Zenger, da zanîn ku hedef dikin ku keda jinan ber bi çav bikin. Zenger, bal kişand ku tê xwestin ku jin li malê bên hefskirin û wiha got: “Ji aliyê aboriyê ve astengî danîne pêşiya wan. Armanca me ew e ku jinan di vê aktîvîteyê de bînin bahev. Heta niha me gelek hevdîtin lidarxistin. Me bi 15 jinan dest pê kir îro bûn 30 jin. Di her aktîvîteyê de hejmara me zêde dibe. Em dixwazin aktîvîteyên wiha zêde bikin.”